Li Efrînê çeteyekî êrîşî jinekê kir

Çeteyek ji koma "Ceyş El-Şerqiya" ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê li taxa Mehmûdiyê girt ser mala jinekê, piştî lêda hewl da zarokê wê birevîne .

Li Efrînê çeteyekî êrîşî jinekê kir
12 gulan, 2019   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyekê pê bawer ji hundirê Efrînê, çeteyekî koma "Ceyş El-Şerqiya" ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê girt ser mala jinek Kurd, piştî lêda jî telefona wê ya destan birin û hewl dan zarokê wê birevînin."

Navenda çavdêriyê diyar kir ku li ser qirîna jinê şêniyên taxê kom bûn û çete girtin, paşê çeteyan qeweta xwe ya leşkerî zêde kirin û bê serûber gule avêtin taxê da ku çeteyê hatiye girtin bibin.