Prostetoya ciwanan di roja 6’emîn de didome

Di bin konê ku Ciwanên Tebqayê ji hefteyekê de vedaye, ciwanên Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî xaka Sûriyê, bi taybet li dijî Efrînê ya ku dixwaze tev li xaka Tirkiyê bike, şermezar kirin.

Prostetoya ciwanan di roja 6’emîn de didome
9 gulan, 2019   13:22
REQA

Çalakiya Meclisa Ciwanên Tebqa û Yekitiya Jinên Ciwan di roja 6’emîn li bin konê ku li qada Meclisa Ciwanên Tebqayê hatiye vedan de, berdewam e. Her wiha bi dehan şêniyên sivîl û leşkerî yên Reqa û Tebqayê berê xwe didin kon.

îro Meclisa Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê û li rexê jî gelek endamên Meclisa Sivîl a Tebqa û meclisên girêdayî wê serdana konê çalakiyê kir.

Bi navê Meclisa Sivîl aTebqayê, Hevseroka Mala Gel a gundê Ayêd Fayze Hesûn kiryarên ku dagirkeriya Tirk li Efrîn dike û ya dawiyê jê jî hewldana dagirkeriyê parçekirina Efrînê ji Sûriyê bi avakirina dîwarê parçekirinê, şermezar kir.

di beşdarbûna Ciwanên Reqa û Yekitiya Jinên Ciwan a konê çalakiyê ya li Tebqayê de daxuyaniyeke ji raya giştî re weşand ku ji hêla endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê Menal Zewîb ve hate xwendin.

Daxuyaniyê xwest ku tecrîda girankirî ya li dijî rêberê gelan Abdullah Ocalan rabe.

Daxuyaniyê, bêdengiya navdewletê der barê kiryarên li Efrînê ji hêla faşîsta Tirk ve dibin de, lêkirina dîwarî parçekirinê û guhartina demografiya herêmê, şermezar kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn sînevîzyon der barê kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ji salekê ve li Efrînê, hate pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA