Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê bazara Rûsya û Tirkiyê ya têkildarî Idlib û bakurê Helebê de, her wiha der barê geşedanên li Sûdan, Filistîn û rewşa aborî ya Tirkiyê de nivîsîn.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
6 gulan, 2019   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şerq El-Ewsat: "Bazara di bin agir de" di navbera Moskov û Enqereyê de; bakurê Helebê beramberî başûrê Idlibê?

Der barê liv û tevgera li derdorê Idliba Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Nîşanên lihevhatineke Rûsya-Tirkiyê xuya dikin, lihevhatina di bin agirê şer de pêk hatiye, dê rê bide Enqereyê û hevalbendên wê ku bikevin herêmên li bakurê Helebê yên di destê Kurdan de, beramberî wê jî dê Rûsya û hevalbendên wê yên îranî başûrê Idlibê bibin."

El-Ereb: Washington hewl dide Iraqê ji hembêza Ewropayê derxe

Der barê mijarê de rojnameyê wiha got: "DYA ji nêz ve liv û tevgera Iraqê û hewldanên dîtina hevparên nû dişopîne, li gorî çavkaniyan Washingtonê der barê mijara cezayên li dijî Îranê de hin tişt dane Iraqê. Çavkaniyên nêzî buroya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî diyar kir ku Washington hewl dide hewcedariya Iraqê ya Îranê di mijara enerjiyê de kêm bike, lê naxwaze berê Iraqê bide şîrketên Ewropayê."

Sûdan

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê geşedanên li Sûdanê de wiha nivîsand: "Meclisa Leşkerî ya Sûdanê soz da ku îro (duşemê) bersiva belgeya makezagonê bide ku "Hêzên Danezana Azadî û Veguherînê" pêşkêş kiribû. Hin pêkhateyên "Hêzên Danezanê" piştgiriya wê yekê dikin ku bi hevkariya leşkeran 2 meclis bêne avakirin, lê hin pêkhateyên din bi tu awayî hevpariya leşkeran napejirînin."

Filistîn

Rojnameya El-Quds El-Erebî îşaret bi agirbesta di navbera Îsraîl û Filistînê de kir û ev tişt nivîsandin: "Lîderên filistînî li Xezayê qebûl kir ku ji roja duşemê ve bi Îsraîlê re agirbestê pêk bînin.

Misrê ji bo agirbestê di navbera her du aliyan de navbeynkarî kiribû, agirbestê îro berbangê saat di 04.30’an de dest pê kir."

Îran

Der barê cezayên DYA’yê yên li ser Îranê de rojnameya El-Heyat wiha got: "Wezîrê petrol yê Îranê Hisên Zemanî Niya ragihand ku welatê wî amade ye petrolê li bazara reş (remadî) bifiroşe û bi vê yekê cezayên DYA’yê yên li ser Tehranê wê werin derbaskirin.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya Ekaz wiha got: "Wekîlê Wezareta Ragihandinê ya Yemenê Necîb Xelab, girîngî neda serdana nûnerê navneteweyî Martin Griffiths li Senaayê û encamên ku dê ji civîna wî bi fermandarên çekdarên Hûsiyan re derkevin, her wiha teqez kir ku komîteya çaralî ya navneteweyî (Siûdî, Îmarat, Brîtanya û DYA) li benda bersiva dawî der barê pêkanîna hevpeymana Stockholmê de ne.

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê jî rojnameya El-Ereb wiha got: "Dezgehên çapemeniyê yên Tirk tevî ku hikumetê wê nahêle aloziyan bişopîne, lê destnîşan kir ku bêkariya li Tirkiyê gihîştiya astên xeternak.”

(kn-jo)