Balafirên artêşa Tirk erebeyeke sivîl bombebaran kir

Li herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker erebeyeke sivîl bombebaran kir.

Balafirên artêşa Tirk erebeyeke sivîl bombebaran kir
26 nîsan, 2019   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî ji ajansa Rojnewsê re ragihandine, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, saet derdora 09.30’an herêma Metîna bombebaran kir.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku balafiran di navbera gundên Dihê û Talê de erbeyeke sivîl bombebaran kir. Der barê encamên bombebaranê de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.