Li Pîran û Çelê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîlayên wan de li navçeya Pîran a Amedê û navçeya Çelê ya Culemêrgê 3 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin û li herêma Zê jî ji ber bombebarana balafirên şer 2 gerîla şehîd bûn.

Li Pîran û Çelê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
26 nîsan, 2019   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"24'ê Nîsanê saet 05:30'î, li navçeya Pîranê ya Amedê hêzên me li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li Qereqola Tirê Tîm çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve bi çekên ferdî û navîn çalakî hate kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Di çalakiyê de her wiha dîwarê qereqolê jî hilweşiya. Piştî çalakiyê, ji qereqolên derdorê bi çekên giran gule li qada çalakiyê hatin reşandin û hêzên dijmin bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê birin. Di çalakiyê de û bomberdûmana piştî çalakiyê zerar negihişt hêzên me.

23'yê Nîsanê saet 13:30'î li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Tepê Sor ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çepereke ku 2 leşker tê de bûn hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, hêzên dijmin bi çekên giran bombe li qada çalakiyê barandin. Hêzên me bêyî ku zerarê bibînin li baregehên xwe vegeriyan.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li hin qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;

26'ê Nîsanê (îro) saet 00:30'î qada Kunişka ya herêma Zê, 25'ê Nîsanê (doh) saet 08:30'î qada Deşta Kafya ya Garê, êvarê saet navbera 20:00-20:30'î derdora gundê Çemrobotkî yê nehiya Çemankê ya Duhokê, 23'ê Nîsanê êvarê saet 19:00 Geliyê Şehîd Ozgur ê herêma Zê hatin bombekirin.

2 gerîla şehîd bûn

23y'ê Nîsanê li Zê di êrîşê de hevalên me Demhat û Rojhat şehîd bûn. Di êrîşên din de zirar negihîşt hêzên me. Di êrîşa li derdora gundê Çemrobotkî de bax û baxçeyên gundiyan zirar dît. Agahiyên nasnameyên hevalên me yên şehîd dê piştre ji raya giştî re bên parvekirin.”