Çalakiya Efrîniyan bi dawî bû

Çalakiya protestoyî ya şêniyên Efrînê ya li dijî plana dagirkeriya Tirk ji bo parçekirina Sûriyê bi dawî bû. Şêniyan berdewamkirina çalakiyan heya derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê teqez kirin.

Çalakiya Efrîniyan bi dawî bû
Çalakiya Efrîniyan bi dawî bû
Çalakiya Efrîniyan bi dawî bû
25 nîsan, 2019   15:56
EFRÎN

Îro tevahiya pêkhate û çînên şêniyên Efrînê ji Kurd, Ereb, Êzidî û Ermen di nav de jin, zarok, temenmezin berê xwe dan rojhilatê gundê Soxinekê yê ku bi çend kîlometran ji gundên Basil, Kîmar û Beradê dûr e. Şênî li ber dîwarê ku dagirkeriya Tirk li ser sînorê gundê Kîmarê ava dike sekinîn.

Çalakî 7 saetên berdewam kir. Di çalakiyê de sloganên derxistina dagirkeriya Tirk ji Efrînê û şermezarkirina bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê, hatin berz kirin.

Şêniyên Efrînê yên ku beşdarî  çalakiyê bûne ji ajansa me re axivîn û hastên xwe girêdayî avakirina dîwarê dagirkeriya Tirk, rave kirin.

‘Em parçebûnê red dikin’

Şêniya bi navê Selwa Hemo ji gundên Şêrawayê ye got: "Em avakirina dîwar û parçebûna Sûriyê red dikin. Em dixwazin Efrîn vegere û em vegerin warên xwe."

‘Bêdengiya navdewletî isbat dike ku ew bi Tirkiyê re şirîk in’

Şêniya bi navê Roken Xelîl bêdengiya navdewletî ya li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku Tirkiye bi destûra Rûsyayê binkirinên xwe didomîne.

‘Em parastina doza xwe dikin’

Şêniyê bi navê Hesen Şêx Hesen ê ji pêkhateya Ereb got: "Em parastina doza xwe dikin. Xaka ku hatiye dagirkirin xaka me ye û welatê me jî hatiye dagirkirin. Em wan komployan qebûl nakin. Tirkiye bi aramnca parçekirina Sûriyê dîwarê ava dike. Em nahêlin ku projeya wê biserkev e. Em dê bi berxwedana xwe dîwarî rakin.”

Di dawiya çalakiyê de şêniyan teqez kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û asta têkoşînê mezin bikin heya ku Efrînê ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin.

Tê payîn ku şêniyên Efrînê di rojên pêşiya me de rêzeçalakiyan ji bo şermezarkirina avakirina dîwarê organize bikin.

(şx)

ANHA