Bi hezaran şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê salavegera duyemîn a şehadeta şehîdên Qereçoxê yên ku di encama êrîşên balafirên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Bi hezaran şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn
Bi hezaran şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn
Bi hezaran şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn
Bi hezaran şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn
Bi hezaran şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn
Bi hezaran şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn
Bi hezaran şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn
25 nîsan, 2019   14:27
QAMIŞLO

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di 25`ê Nîsana 2017`an de navenda Fermendariya Giştî ya YPG û YPJ`ê ya li çiyayê Qereçoxê ku ji navenda ragihandin, radyoya Rojava û saziyên leşkerî pêk dihat kir hedef. Di encamê de 20 şervan ji YPG û YPJ`ê di nav de nûçegihanên şer şehîd bûn.

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê û endamên hêzên leşkerî ji bo bîranîna şehîdên Qereçoxê, herikîn Çiyayê Qereçoxê.

Bîranîn bi torenek leşkerî ji hêla bi sedan şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Paşê ji fermendara YPJ`ê Leyla Waşûkanî axivî û şehîdên komkujiya Qereçoxê bi bîr anîn.

Leyla wiha domand: "Hovîtiya dagirkeriya Tirk sûcên DAIŞ`ê, qanûnên mirovî û peymanên navdewletî derbas kiriye. Tirkiyê bi armanca sivikkirina zexta şervanan li ser DAIŞ`ê, êrîşî navenda fermendariyê kir."

Leyla Weşûkanî destnîşan kir ku YPG û YPJ`ê xewna hevalên xwe û şehîdên Qereçoxê bi tunekirina terora DAIŞ`ê anîn cih. Leyla soza şopandina rêya şehîdan ji bo parastina herêmê ji her xeteriyekê da.

Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişo Hêvî Seyid û hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Mihemed Emîn axivî. Kesên axivîn şehîdên Qereçoxê û tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

axaftvanan hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li dijî tevahiya gelan destnîşan kirin û diyar kirin ku Tirkiye şikandina vîna gelên di bin sîwana projeya demokratîk de armanc dike.

Piştî axaftinan şêniyan berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat û gul danîn ser gorên şehîdan.

(şx)

ANHA