Yekemîn Pêşbirkên Sporê yên Xwendekaran ên Qamişlo li dar ket

Îro li Stada 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo Yekemîn Pêşbirkên Sporê yên Xwendekaran ên Qamişlo ji xwendekarên navîn, amadehî, Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Qurtûba re li ser asta bajêr pêk hat.

23 nîsan, 2019   13:05
QAMIŞLO

Di Yekemîn Pêşbirkên Sporê yên Xwendekaran ên Qamişlo ku ji aliyê Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê ve tê organîzekirin, bi hevkariya rêveberiya dibistanên kantona Qamişlo û rêveberiya kantonê, 470 xwendekar ji 20 dibistanên amdehî û navîn ên bajêr, her wiha xwendekarên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Qurtûba beşdar dibin.

Çalakiyên sporê bi pêşbirka tîma taykwandoyê ya li herêma Cizîrê li Stada 12`ê Adarê dest pê kir û gelek mamoste û xwendekar û ciwan beşdar bûn.

Di çalakiyan de, pêşbirkên cur bi cur hebûn, ji wan pêşbirka bazdanê, goga hesin, tîr û gelek pêşbirkên din.

Ev cara yekemîn e ku pêşbirkên sporê li ser asta xwendekarên dibistanan li bajarê Qamişlo tê organîzekirin. Tê payîn ku komîteya amadekar di dawiya pêşbirkan de xelatan li beşdaran belav bike.

(jo)

ANHA