Li Minbicê mayinek hat bêbandorkirin

Tîmên endezyariyê yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro di saetên sibê de mayineke ku li ser Rêya Cezîrê ya rojhilatê bajarê Minbicê hatibû bicihkirin, bê bandor kir.

Li Minbicê mayinek hat bêbandorkirin
Li Minbicê mayinek hat bêbandorkirin
Li Minbicê mayinek hat bêbandorkirin
21 nîsan, 2019   07:36
MINBIC

Nûçegihanê me ji Minbicê ragihand ku tîmên endezyariyê yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê agahî wergirtin ku alaveke nediyar li ser Rêya Cizîrî ya rojhilatê Minbicê hatiye dîtin.

Piştî ku hat naskirin ku ew alava nediyar mayin e û ji bo teqandinê hatiye amadekirin, tîmên endezyariyê mayin bê bandor kir bêyî ku tu zirar derkevin.

(bx)

ANHA