Li Girkê Legê hemleya alîkariyê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê

Îro li navçeya Girkê Legê hemleya komkirina alîkariyan ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê yê ku zirar ji lehiyan dît, dest pê kir.

Li Girkê Legê hemleya alîkariyê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê
20 nîsan, 2019   13:33
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Bi hev re alîkariya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikin" Heyva Sor a Kurd a navçeya Girkê Legê îro sibehê hemleya komkirina alîkariyan ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê yê ku zirar ji lehiyê dîtiye, da destpêkirin.

Konê hemleyê li pêşiya avahiya Peymangeha Şehîd Baz a Zanistên Perwerdeyê hate vedan.

Şêniyên Girkê Legê berê xwe da konê alîkariyê da ku alîkariya gelê Rojhilat bikin.

Li gorî komîteya komkirina alîkariyan, hemle dê hefteyekê bidome.

(jo)

ANHA