Li herêmên di bin serweriya rejîmê de aloziya sotemeniyê

Ji beriya 2 hefteyan ve herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de, di awayekî li pêşiya stasyonên sotemeyiyê re derbas dibin, lewma buhayê lîtreya benzîne li herêmên di bin serweriya Sûriyê de gihaştiye 600 lîreyan. Çavkaniyên herêmî diyar kir ku rejîm û Cebhet El-Nusra civînek li dar xistiye û tê de li hev kirine ku Cebhet El-Nusra ji herêmên di bin serweriya rejîmê de, madeya benzînê ji wan re peyda bike.

Li herêmên di bin serweriya rejîmê de aloziya sotemeniyê
17 nîsan, 2019   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Paytexta Sûriyê û herêmên Sûriyê yên din ku di bin serweriya rejîma Sûriyê de ne, piştî kirdarişên ku saziyên rejîmê yên bi rewşa kêmkirina madeya benzînê û bilindkirina buhayê wê ve girêdayî ne, rastî krîzê hatine, lewma hêrsa şêniyan bilind bû.

Piştî civîna ku hikumeta rejîma Sûriyê roja duşemê li dar xist, Wezareta Petrolê ji nû ve lîtreya benzînê ya ku ji erebeyan re hatiye veqetandin kêm kir ku her 5 rojan 20 lître hatiye terxankirin. Li beramberî vê yekê jî alozî di sotemeniya welêt de derketiye.

Tê zanîn ku biryara Wezareta Petrol û Xêr û Bêrên Madenî di van 10 rojan de ya 3`yemîn e, ku biryara kêmkirina para erebeyan ji lîtreyên ku di rojê de divê bi kar bînin bû. Li ser vî esasî ji 40 heta 20 lîtreyan e, paşê bû her 2 rojan 20 lître.

Li gorî dezgehên çapemeniyê ku şênî neçar in ku erebeyên xwe, da ku bigihîjin stasyona sotemeniyê bi destên xwe diajon, ji berdêla ku vêxînin, bû encama ku kolan ji tevgera normal vala bibe, pê re çopa li kolanan ji ber tunebûna erebeyan kom dibe.

Tê zanîn ku ev biryar piştî ragihandina hikumetê ji kirdarişên nû, yên ji bo dîtina çareseriyên nû ji krîzê re hatiye.

Di encamê de buhayê benzînê li Şamê gihaşt 600 lîreyî, her wiha li herêmên din ên wekî Laziqiyê gihaştiye hezar lîreyên Sûriyê. Ji ber vê yekê şênî neçar dibin ku car caran ji bazara reş bikirin. 

Li ser vî esasî malperên medya civakî bûn cihê veguhastina bertekên şêniyan, ji neçareserkirina rejîmê ji aloziya sotemeniyê re.

Di vê derbarê de berpirsên rejîmê her dem berpirsyariya aloziya sotemeniyê diavêjin ser milê aloziya aborî ku gelek dewletên erebî û yên ewropî didin ferzkirin, her wiha şênî jî li siyasetên rejîmê yên di hundirê saziyan de dide meşandin, vedigerînin.

Têkildarî mijarê çavkaniyên herêmî diyar kir ku lihevkirin  di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) û rejîma Sûriyê de, di rojên dawîn de der barê peydakirina sotemeniyê ji herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de hatiye standin, her wiha hate destnîşankirin ku Cebhet El-Nusra madeya sotemeniyê ji dewleta dagirker a Tirkiyê werdigire.

(eh)