Li bajarokê Qubasîn teqînek pêk hat

Li bajarokê Qubasîn ê girêdayî bajarê Babê di encama teqîna li sûka sewalan de, gelek sivîl birîndar bûn.

Li bajarokê Qubasîn teqînek pêk hat
15 nîsan, 2019   08:57
MINBIC

Teqîn bi motorsîklêteke bombebarkirî li navenda bajarokê Qubasîn ê ku 7 km dikeve bakurê bajarê Babê yê dagirkirî, pêk hat. Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, di encama teqînê de sivîlên birîndar hene ku ji wan Hemed El-Werdî, Xalid Ehmed û Arebo Ehmed hatine naskirin.

Di encama nakokiyên di navbera çeteyan de û zêdebûna binpêkirinên wan de, li Babê hêrsa gel zêde bûye û teqîn lê zêde bûne.

(eh)

ANHA