Li Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê berê xwe da gundê Til Qerah ê kantona Şehbayê û sersaxî ji malbatên 8 şervanan re xwest ku Berxwedana Serdemê û qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûne.

Li Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin
Li Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin
Li Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin
Li Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin
Li Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin
Li Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin
13 nîsan, 2019   10:56
ŞEHBA

Konê sersaxiyê li gundê Til Qerah ê kantona Şehbayê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat vedan. Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Şêniyên ku tev li çalakiya konvedanê ya Kongreya Star ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Ocalan û bi sedan şêniyên herêma Efrîn ji Kurd û Ereb tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê navên her 8 şehîdan Emîra Hemo (Agirî Zagros), Bêrîvan Hebeş (Amara Rojhilat), Dilava Mihemed (Avaşîn Kendal), Xelîl Nasan (Rêdûr Efrîn), Osman Osman (Xabûr Efrîn), Rifat Mamo (Rojhat Welat), Têkoşer Efrîn û Tolhildan Efrîn hatin xwendin.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Zelûx Bekir û endama Kongreya Star Ayişe Xezne axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdên re ku ji bo azadiya gel û rizgarkirina welatê xwe ji zilm û terorê canê xwe feda kirin, hat xwestin. Her wiha serkeftina QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê hat pîrozkirin û soza şopandina rêyan şehîdan heta pêkanîna armancên wan hat dayîn.

Di dawiyê de wesîqetên şehadetê ji aliyê endama KPC-Demokratîk Şêrîn Silêman ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û silavkirina berxwedana Leyla Guven bi dawî bû.

(bx)

ANHA