Balafirên dewleta Tirk Zap û Avaşîn bombebaran kirin

HPG’ê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk deverên Zapê û Avaşîn bombe kirine û anî ziman ku di bombebaranê de tu ziyan negihîştiye hêzên wan. Her wiha HPG’ê destnîşan kir ku welatiyê ku li gundê Qewal û Culemêrgê winda bûye, tu eleqeya wan pê tune ye.

Balafirên dewleta Tirk Zap û Avaşîn bombebaran kirin
13 nîsan, 2019   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên hewayî yên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê  wiha ye:

“12’ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Li gorî vê;

Duh saet di navbera 09:00-13:00’an de Şikefta Birîndaran, Cîloyê Biçûk, devera Sanca yên girêdayî Zapê, saet di 10:20-13:20’an de jî devera Aris-Faris a girêdayî Avaşîn hatin bombekirin.

Di encama bomberdûmana dijwar de, ti ziyan negihîşte hêzên me.

10’ê Hezîrana 2018’an li gundê Qewal çê girêdayî Culemêrgê welatparêzekî me yê birûmet ê bi navê Halîl Dûman winda bûbû. Piştî vê bûyera ku sedem û bê ka çawa pêk hatiye, dijmin û hinek hevkarên wan agahiyên ku Halîl Dûman ji aliyê hêzên me ve hatiye windakirin û gotinên nerast û bêbingeh di nava gel de belav kiribûn.

Di encama hemû lêgerîn û lêkolînên ji aliyê me ve hate kirin de, tu têkiliya hêzên me bi vê bûyera windabûnê nîn e. Têkildarî mijarê agahî parvekirin erkekî me ye, gelê me ji lîstikên şerê taybet ên dijmin bawer nake.”