Kooperatîfa firina Avaşîn bû çareseriya pirsgirêka gel

Kooperatîfa firina Avaşîn a navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo nanê 24 gundan peyda dike.

Kooperatîfa firina Avaşîn bû çareseriya pirsgirêka gel
Kooperatîfa firina Avaşîn bû çareseriya pirsgirêka gel
Kooperatîfa firina Avaşîn bû çareseriya pirsgirêka gel
Kooperatîfa firina Avaşîn bû çareseriya pirsgirêka gel
Kooperatîfa firina Avaşîn bû çareseriya pirsgirêka gel
Kooperatîfa firina Avaşîn bû çareseriya pirsgirêka gel
Kooperatîfa firina Avaşîn bû çareseriya pirsgirêka gel
Kooperatîfa firina Avaşîn bû çareseriya pirsgirêka gel
12 nîsan, 2019   06:17
QAMIŞLO - KELSÛME ELÎ-LÎNA CENGÎZ

Şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo û hindek gundên derdorê ji ber kêmbûnan nan bi gilî bûn. Ji ber miqdara nanê ku firina tekane ya navçeyê çêdikir nan têra şêniyan nedikir. Ji ber wê şênî neçar diman ku nanê siyahî bikirin.

Ruxmî ku firinên siyahî hewcedariyên şêniyan ji nan peyda dikin, lê ji ber buhabûna nan, barê şêniyan giran dikir. Di însiyatîfekê de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Mala Kooperatîfan a navçeya Girkê Legê projeya avakirina firinekê danî. Dê koperetîfê ji malbatên şehîdan ên rewşa aboriyên sînordar re hat vekirin.

Piştî erêkirina aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser, dest bi projeyê hate kirin û bi dawî bû. Firinê ji navîna meha Adarê ve dest bi hilberînê kiriye.

Di kooperetîfa firinê de 125 malbatên şehîdan şirîk in. Hejmara paran 207 û buhaya her parekî 125 lîreyên Sûriyê ye.

Firin ji navîna meha Adarê ve dest bi hilberînê kiriye û rojane bi rêjeya 2 ton ard çêdike.

Hilberîna firinê barê şêniyan bi awayekî mezin sivik kiriye. Li gorî rayedarên firina Avaşîn, hilberîna firinê pêwîstiyên şêniyên taxên navçeya Girkê Legê tevî 24 gundên girêdayî wê peyda dike. Her wiha firinê derfetên kar ji 10 kesan re peyda kiriye.

Rayedar tekez dikin ku ew hewl didin firinê berfireh bikin û miqdara hilberînê zêde bikin heta ku pirsgirêka nanê bi temamî çareser bikin.

(şx)

ANHA