Li Reqayê çalakiya ji bo xwendekaran

Buroya Perwerdeyê ya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya gundewarê başûrê Reqayê çalakiyek û pêşengeha tabloya hunerî ji bo xwendekarên dibistana El-Xûta orgenîze kir.

Li Reqayê çalakiya ji bo xwendekaran
Li Reqayê çalakiya ji bo xwendekaran
Li Reqayê çalakiya ji bo xwendekaran
Li Reqayê çalakiya ji bo xwendekaran
Li Reqayê çalakiya ji bo xwendekaran
Li Reqayê çalakiya ji bo xwendekaran
10 nîsan, 2019   15:01
REQA

Buroya Perwerdeyê ya girêdayî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya gundewarê başûrê Reqayê bi armanca teşwîqkirina xwendekaran ji bo xwendinê, çalakiyek ku ji şano û tabloyên hunerî yên xwendekarên dibsitana El-Xûta pêkhat, li dar xist.

Endamên saziyên sivîl ên gundewarê başûr, Meclisa Jin a El-Kesra, endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, hevserok Elî Şinan û mamosteyên gundewarê başûr û malbatên xwendekaran beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakiyê bi gotina helbestan destpêkir. Helbestên ku ji aliyê xwendekaran ve hatin xwedin, girêdayî şehîdan û azarên gelê Sûriyê bûn. Paşê xwendekaran şanoyek girêdayî qutbûna zarokan ji xwendinê di encama şer û dagirkirina DAIŞ`ê de ji herêmê re pêşandan.

Her wiha zarokan dîlanên ji çanda Reqayê li ber stranên gelêrî pêşkêş kirin.

Di dawiya çalakiyê de Komîteya Perwerde û Fêrkirinê diyarî li xwendekarên serkeftî belav kir.

(şx)

ANHA