Li gelek navendan 4‘ê Nîsanê hate pîrozkirin

Şêniyên herêma Efrînê, Dêrik, Tirbespiyê û Reqayê bi çandina daran û şahiyan 4‘ê Nîsanê pîroz kirin.

4 nîsan, 2019   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞEHBA

Li gund û navçeyên kantona Şehba wekî Babnis, Ehdas, Til Qerah, Fafîn, Ehris, kampên Berxwedan, Serdem û Vegerê pîrozbahiyên 4‘ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pîrozkirin.

Xwendekar û endamên Meclisa Malbatên Şhîdan 15 darên zeytûn û merx li Kampa Berxwedan çandin. Piştre komên Nû Ciwan û Berxwedana Serdemê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Di Kampa Serdemê de jî xwendekaran 35 darên zeytûn û merx çandin û şêniyan jî 45 dar li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê çandin.

Şêniyên Efrînê yên li navçeyên Til Rifet a Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê 15 darên zeytûn û merxan li Kampa Vegerê çandin. Piştî çandina daran daxuyaniyeke ji aliyê endama Kongreya Star Leyla Mihemed ve hat xwendin, Leyla banga mezinkirina têkoşînê ji bo azadiya Ocalan kir.

Piştre, hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifet Henan Mihemed kurtejiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegot.

Li navenda navçeya Ehris jî Kongreya Star bi beşdarbûna bi sedan kesî şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş, endama Kongreya Star Rûken Elo û endama Meclisa Kantona Efrînê Fîdan Ebdo axivîn.

Kesên axivîn, 4‘ê Nîsanê pîroz kirin û gotin, ev roj roja azadiya gelê bindest e.

Di axaftinan de banga mezinkirina çalakiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Piştre, nirxandinên Ocalan hatin guhdarkirin. Her wiha Koma Şehîd Berçem a Stranan û Koma Çiyayê Kurmênc a Dîlanan, Koma Çiyayê Mîra û Koma Şehîd Heyfa ên stranan berhemên xwe pêşkêş kirin.

DÊRIK

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û gundên Koçerat bi şahiyekê 4‘ê Nîsanê li pêşiya Navenda Hêzên Erka Xweparastinê ya li gund Xana Serî ya Dêrikê pîroz kirin.

Şahî bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Paşê qeyda deng a nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate guhdarkirin.

Şêniyan 150 dar li hewşa navenda Hêzên Erka Xweparastinê çandin. Paşê  endama Kongreya Star a Kantona Qamişlo Eyhan Murad 4‘ê Nîsanê li gelên azadîxwaz û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Nayif Hiho jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got, komployên li dijî gelê Kurd bi saya fikr û felsefeya Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan têk çû.

Koma Serhed a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Girkê Legê, Kobanê Cûdî ya Girê, hunermend Serdar Birîndar ê ji Wargeha Rustem Cûdî ya Mexûrê ya başûrê Kurdistanê stran gotin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo 4‘ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hola Roj pîroz kirin.

Şahî bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Paşê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Nofa Giûd axivî û anî ziman ku bi hezaran xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li ramanê Ocalan derketin û wekî bingeha têkoşîna xwe esas girtine.

Ji aliyê xwe ve cîgira hevserokatiya Kantona Qamişlo Rêjîm Ehmed bi xêrhatina beşdaran kir û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Ocalan erka rizgarkirina civakê girt ser xwe û banga wekhevî û biratiya gelan dike."

Rêjîm diyar kir ku Ocalan rizgarkarê jinan û rojbûna Ocalan wekî rojbûna jina azad bi nav kir.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

REQA

Bi heman munasebetê, Buroya Têkiliyên Leşkerî ya bajarê Reqayê bi beşdarbûna bi sedan kesî şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de yek ji şêxên eşîreya Mûsa El-Zahir, Şêx Ayid Hadî rojbûna Ocalan pîroz kir û got, Ocalan ji bo azdiya gelên bindest tê dikoşe, bi saya ramanê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftin mezin bidestxistin.

Şêx Hadî bang li civaka navdewletî kir ku Ocalan azad bikin.

ANHA