Jinên Reqayê: Serkeftina QSD’ê serkeftina jinan e

Jinên Reqayê diyar kirin ku yên herî zêde êş û azar ji çeteyên DAIŞ’ê dîtin jin bûn û wiha gotin: “Çeteyên DAIŞ`ê azadiya jinê binpê dikir û nedihiştin ku jin jiyana xwe bi awayekî asayî bidomînin. Serkeftina QSD’ê di serî de serkeftina jinan e.”

Jinên Reqayê: Serkeftina QSD’ê serkeftina jinan e
Jinên Reqayê: Serkeftina QSD’ê serkeftina jinan e
Jinên Reqayê: Serkeftina QSD’ê serkeftina jinan e
Jinên Reqayê: Serkeftina QSD’ê serkeftina jinan e
27 adar, 2019   07:20
REQA- RUBA EL-ELÎ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 23`ê Adarê de serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê û têkçûna DAIŞ’ê ragihand.

Girêdayî mijarê jinên Reqayê destnîşan kirin ku QSD`ê soza xwe anî cih û mirovahî ji zulmê xilas kir.

Jina bi navê Fatme El-Ehmed diyar kir ku piştî 5 salan ji zulma DAIŞ’ê û koçberiyê, QSD biserket û DAIŞ`ê têk çû. Fatme got: “Yên ku herî zêde êş û azar ji çeteyên DAIŞ’ê kişandine jin in. Îro em bi vê serkeftinê gelek kêfxweş in. Ji ber wê em soza şopandina rêya şehîdan didin. Em ê rêgezên Neteweya Demokratîk bi cih bînin.”

 Jina bi navê Xedîce Şihadê jî destnîşan kir ku QSD`ê soza ku dabû şêniyan anî cih û mirovahî ji zulmê xilas kir. Xedîce serkeftina QSD`ê li tevahiya şêniyan, bi taybet li dayîk û hevserên şehîdan pîroz kir.

Xedîce got: “Şadiya me dê bi rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û xilaskirina jinên herêmê ji zulmê temam bibe."

Jina bi navê Şehrezad Mihemed jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê azadiya jinê binpê kir û nedihiştin ku jin jiyana xwe bi awayekî asayî bidomînin. Şehrezad got: “Serkeftina QSD`ê di radeya yekemîn de serkeftina jinê ye bi taybet piştî fedekariyên şervanên jin.”

Jina bi navê Necah El-Ehmed got YPG û YPJ’ê ji Kobanê dest bi şerê çeteyên DAIŞ`ê kir û heya QSD’ê Dêrazor ji wan rizgar kir û wiha pê de çû: “Têkçûna DAIŞ`ê di serî de Tirkiye, tê wateya têkçûna tevahiya aliyên ku desteka DAIŞ’ê dikirin. Heya rûniştandina rêgezên biratiya gelan û Neteweya Demokratîn em ê şopdarên şehîdan bin."

(şx)

ANHA