Ji komxebata Şehbayê banga yekrêziyê

Rûspiyên êlan û gelên Herêma Efrînê pêwîstiya yekrêziya ref û girêdana bi yekîtiya niştîmanî ji bo bi dawîkirina dagirkeriya Tirk ji tevahiya xaka Sûriyê piştî tunekirina çeteyên DAIŞ`ê tekez kirin.

Ji komxebata Şehbayê banga yekrêziyê
Ji komxebata Şehbayê banga yekrêziyê
Ji komxebata Şehbayê banga yekrêziyê
Ji komxebata Şehbayê banga yekrêziyê
Ji komxebata Şehbayê banga yekrêziyê
Ji komxebata Şehbayê banga yekrêziyê
Ji komxebata Şehbayê banga yekrêziyê
Ji komxebata Şehbayê banga yekrêziyê
Ji komxebata Şehbayê banga yekrêziyê
14 adar, 2019   16:06

ŞEHBA

Ev saleke dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirine. Rûspiyên êlan, gelê Efrîn û Şehbayê komxebatek bi şîara ‘Na ji dagirkeriya Tirk re, na ji guhertina demokrafîk re’ organize kirin.

Rûspiyên êlên Efrîn û Şehbayê, kesayatên serbixwe ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan, nûnerên her du meclisên Efrîn û Şehbayê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Hevalbendiya Demokratîk a Sûriyê, Meclisa Jin a Şehbayê û Partiya Guhertin û Pêşxistinê ya Sûriyê beşdarî komxebatê bûn.

Komxebate li hola Navenda Şehîd Axîn Welat a Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hat lidarxistin. Li holê dirûşmeya komxebatê, wêneyên birîndar û şehîdên sivîl ên ku di êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê de şehîd û birîndar bûne hatin daliqandin.

Di komxebatê de 6 mijar hatin gotûbêjkirin; Kurtedîroka Efrîn û xwezaya wê piştî 2011`an, topbarana dageriya Tirk li ser Efrînê, binpêkirinên li ser dîrok û gelê Efrînê, qonaxa yekem û duyem ên Berxwedana Serdemê, guhertina demografik, binpêkirinên li dijî olên Xiristiyan û Êzidiyan.

Bi navê rûspiyên êlan Muaz Rislan axivî û binpêkirinên  Tirkiyê yên li ser şêniyên Efrînê nirxand. Rislan tekez kir ku êlên herêmê dê li rex Berxwedana Serdemê bin heya ku Efrîn rizgar bibe û şênî vegerin warên xwe.

Beşdarên komxebatê Lezgîn, Ilham Hemo, endamê Komîteya Şûnwaran a Efrînê Selah Sîno, endama Kongreya Star Hêvî Silêman her yek girêdayî mijarekê axivîn.

Paşê sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşxistinê ya Sûriyê Mistefa Qelecî axivî. Qelecî destnîşan kir ku pêwîst e gelê Sûriyê beyî mudexeleyên derve aloziya Sûriyê nîqaş bike û çareser bike.

Di dawiya gotinên xwe de Qelecî bang li tevahiya gelê Sûriyê kir ku vegerin maseya diyaloga Sûrî-Sûrî. Qelecî diyar kir ku ji bilî çareseriyek siyasî ya beyî mudexeleyên derve ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e.

Piştre rûspiyê êla El-Begara Mensûr El-Selûm axivî û bêdengiya cîhanê li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser gelên Sûriyê şermezar kir. El-Mensûr destnîşan kir ku Erdogan mîna vîrusê ye û di nav tevna civaka Sûriyê de belav dibe. El- Mensûr got ji ber vê jî yekîtiya niştîmanî pêwîst e.

Siyasetmedar Îsam Ezûz diyar kir ku trajediya dagirkirina Efrînê dişibe trajediya Filistînê ya sala 1948`an. Ezûz destnîşan kir ku mudexeleyên derve di serî de Tirkiyê Sûriyê wêran kir û banga amadekirina destûrek nû ji Sûriyê ku tê de mafên tevahiya gelê Sûriyê miroger dibe, kir.

 (şx)

ANHA