Li Tebqayê 15 girtî serbest hatin berdan

Hêzên Ewlekariyê li ser daxwaza rûspî û şêxên êlên herêmê bi însiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêmaTebqayê 15 girtiyên ku bi DAIŞ`ê re hevkar bûn û hate isbatkirina ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ye, serbest berdan.

Li Tebqayê 15 girtî serbest hatin berdan
Li Tebqayê 15 girtî serbest hatin berdan
Li Tebqayê 15 girtî serbest hatin berdan
Li Tebqayê 15 girtî serbest hatin berdan
Li Tebqayê 15 girtî serbest hatin berdan
Li Tebqayê 15 girtî serbest hatin berdan
Li Tebqayê 15 girtî serbest hatin berdan
Li Tebqayê 15 girtî serbest hatin berdan
13 adar, 2019   16:12

TEBQA

Beriya ku girtî serbest werin berdan, hevserokê Meclisa Zagonsaz a herêma Tebqayê Hamid Ebdulrehman El-Ferec bang li girtiyan kir ku ewlehiya herêmê biparêzin, vegerin malbatên xwe, jiyana xwe ya asayî berdewam bikin û li gorî baweriya Rêveberiya Xwerser bin.

El-Ferec di axaftina xwe de tekez kir ku divê girtî li gorî asta berpirsyariyê bin, ji her kiryarekî ewlehiya herêmê binpê dike dûr kevin û ji hişmendiya DAIŞ`ê xilas bibin.

Girtiyên ku serbest hatine berdan ji ajansa me re diyar kirin ku di girtîghehê de bi wan re bi awayekî baş hatiye danûstandin û dema ku di girtigehê de mane, xwe ji hişmendiya DAIŞ`ê xilas kirine.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2’ê Adarê li Eyn Îsayê li ser daxwaza rûspî û şêxên êlên herêmê 283 girtiyên ku bi DAIŞ`ê hatine xepandin û destên wan di  xwîna gelê Sûriyê de tune ye serbest berda.

(şx)

ANHA