Li Xezayê: Welatiyekî Filistînê mir û 42 jî birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê mûdaxeleya çalakiya Meşa Mezin a Vegera ya welatiyên Filistînê ya 50‘î kir ku navê "Jinên Filistînê" lê hatibû. Di encamê de Filistîneyek jiyana xwe ji dest da û 42 jî birîndar bûn. Li aliyekî din civîna şandeya Misirî ya li gel Desteya Bilind a Meşan bi dawî bû.

Li Xezayê: Welatiyekî Filistînê mir û 42 jî birîndar bûn
8 adar, 2019   19:41

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku ciwanê Filistînê yê bi navê Tamir Erefat (23) bi guleyên Îsraîlê di serî wî de jiyana xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn, di nav de rewşa 3 kesan giran e.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di nav birîndaran de 2 rojnamevan û 3 xebatkarên tenduristiyê de hene.

Desteya rêxistinkirina meşên vegerê û şikandina dorpêçê jî daxuyaniyek da û got, xwepêşandarên aştiyane bi guleyên rasterast û yên teqînî têne hedef kirin û destnîşan kir ku rêjeya birîndaran diyar dike ku biryareke siyasî ji hikûmeta Îsraîlê ji bo hedefkirina welatiyên sivîl heye.

Nûçegihanê me jî diyar kir ku şandeya îstîxbarata giştî ya Misirê bi berpirsyarên "Meşên vegerê û şikandina dorpêçê" û komên çekdar ên Filistînê re civiya da ku mijara agirbestê û rakirina dorpêça li ser Xezayê nîqaş bike. Her wiha destnîşan kir ku şandeyê, rawestandina çalakiyên bi şev ên li ser sînorê Xezayê, li beramberî ku Îsraîlê êrîşên xwe li dijî meşên vegerê rawestîne û firehiya nêçîra li derdora Xezayê ku ( Îsraîlê bi 9 mîlên deryayê diyar kiribû) zêde bike û pirsgirêka kehrebê çareser bibe, gotûbêj kir.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî Filistînê diyar kir ku komên çekdar ên Filistînê rawestandina çalakiyên bi şev û meşên deryayê ji bo çend rojan qebûl kir da ku pêkanîna Îsraîlê ji agirbestê nas bike.

Li gorî rapora Navneda Meyzan a Mafê Mirovan ya roja Şemiya derbasûyî, ji 30‘yê Adara 2018‘an ve 267 Filistînî di nav de 40 zarok, 2 jin, 8 astengdar, 3 hemşîre û 2 rojnamevan bi gueleyên artêşa Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan, her wiha zêdeyî 29 hezar di nav de hezar û 433 zarok û 151 jin di çalakiyên meşên vegerê de li ser sînorê Xezayê birîndar bûn.

ANHA