Binpêkirinên dagirkeran li Efrînê berdewam in

Çete û leşkerên artêşa Tirk ku Efrînê dagirkirine, gefên zewicandin anî revandin keçan li malbatan. Li gel vê yekê, talankirin, kuştin û revandina sivîlan didomînin.

Binpêkirinên dagirkeran li Efrînê berdewam in
3 adar, 2019   15:12

ŞEHBA

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, rewşa jinên Efrînê dijwartir dibe. Jin ji tirsa sûcên derheqê wan de were kirin êdî nikarin ji mal derkevin.

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê diyar kir ku çeteyên hêzên dagirkeriyê, gefa zewicandina keçan li malbatên wan dixwe. Malbatên ku vê yekê red bikin, milkên wan desteser dikin û ji malên xwe têne derxistin.

Heman çavkanî teqez kir ku malbat neçar dimînin keçên xwe veşêrin da ku rastî binpêkirinên wan neyên.

Girêdayî heman mijarê, dîmenek li ser malparên civakî hatibû weşandin û tê de çeteyekî artêşa Tirk a dagir destdirêjî jinekê dike, piştî ku jin li hemberê derdikeve, li qada Azadî li navenda Efrînê wê qetil dike.

Talankirina milkan û revandina sivîlan sivîlan dewam dike

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker talankirina milkên şêniyên Efrînê berdewam dikin. Çeteyan dikana şêniyên bi navê Ebdo Elî a li ser riya Reco-Efrînê dizîn. Her wiha kolana Vêlat ser malên şêniyan de li girtin, telefonên destan ên şêniyan û milyonek lîreyên Sûriyê ji xwediyê werşiyekê dizîn.

Ji aliyekî din ve çeteyên Feyleq El-Şam bijîşîkê fîzîkî Ednan Bostan piştî ku beriya çend hefteyan serbest berdabûn, carekê din revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çeteyên dagirkeriyê parêzer Mihemed Bîlal ê ji navçeya Şiyê ji mala wî ya li Efrînê revandin û hîna jî çaranûsa wî ne diyar e.

Hêzên dagirker di meha Kanûnê de welatiyê temen mezin ê bi navê Farûq Şêxo Meimo ji gundê Kokana Jorîn ê navçeya Mabatayê revandin û heya niha ti agahî derbarî wî de nahtine bidestxistin.

Çeteyan,  şêniyê bi navê Ferîd Betal Henan tevî kurê xwe û kurên birayê wî Şîraz û Arif ên ji gundê Kora yê navçeya Cindirêsê Henan revandine, her wiha malê birayekî din yê Ferîd li gundê Kora û mala Ferîd û erebeyekî wî ji cureya Van desteser kirin.

(şx)

ANHA