‘Kerwanê Jina Azad" wê li hemû navçeyên Hesekê şahiyan lidar bixe

Kongreya Star a kantona Hesekê komeke bi navê "Kerwanê Jina Azad" ava kir. Ev kom dê li tavahî navçeyên kantona Hesekê şahiyên 8‘ê Adarê li dar bixe.

‘Kerwanê Jina Azad" wê li hemû navçeyên Hesekê şahiyan lidar bixe
‘Kerwanê Jina Azad" wê li hemû navçeyên Hesekê şahiyan lidar bixe
‘Kerwanê Jina Azad" wê li hemû navçeyên Hesekê şahiyan lidar bixe
‘Kerwanê Jina Azad" wê li hemû navçeyên Hesekê şahiyan lidar bixe
‘Kerwanê Jina Azad" wê li hemû navçeyên Hesekê şahiyan lidar bixe
2 adar, 2019   19:52

HESEKÊ

Bi boneya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Kongreya Star komeke bi navê " Kerwanê Jina Azad" ku ji 35 jinan pêk tê ava kir. Ev komîte dê li tevahî navçeyên kantona Hesekê şahiyan li dar bixe.

Di vê çarçoveyê de "Kerwanê Jina Azad" îro şahiyek li Qada Şehîd Athro ya taxa Nasra ya bajarê Hesekê li dar xistin. Bi dehan jinên bajêr tevlî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Kongreya Star a bajarê Hesekê, Rîma Mehmûd axivî û ev tişt got: "Bi salan jinên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna azadiyê dikin, jinan di her qadan de cihê xwe girtin û rola xwe ya pêşengtiya civakê vegerand."

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantnona Hesekê Jiyan Hisên berxwedana Leyla Guven silav kir û soza şopandina xeta wê da. Jiyan anî ziman ku jin her tim sembola berxwedanê ye û got: "Em ê 8‘ê Adarê bikin sala berxwedan û serkeftinê."

Şahî bi gerandina xelekê govendê bi dawî bû.

"Kerwanê Jina Azad" dê sibe li navçeya Til Temirê şahiyekê li dar bixe.

ANHA