Topbarana dagirkeran li ser gundên Babê jiyana sivîlan dixe xeterê

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê duh gundên bajarokê El-Erîma yarojhilatê bajarê Babê topbaran kirin. Di encamê de gelek zirarên madî gihaştin milkên şêniyan. Tevî wê jî şêniyan mayîna xwe li warên xwe teqez kirin.

Topbarana dagirkeran li ser gundên Babê jiyana sivîlan dixe xeterê
Topbarana dagirkeran li ser gundên Babê jiyana sivîlan dixe xeterê
Topbarana dagirkeran li ser gundên Babê jiyana sivîlan dixe xeterê
Topbarana dagirkeran li ser gundên Babê jiyana sivîlan dixe xeterê
Topbarana dagirkeran li ser gundên Babê jiyana sivîlan dixe xeterê
Topbarana dagirkeran li ser gundên Babê jiyana sivîlan dixe xeterê
Topbarana dagirkeran li ser gundên Babê jiyana sivîlan dixe xeterê
Topbarana dagirkeran li ser gundên Babê jiyana sivîlan dixe xeterê
Topbarana dagirkeran li ser gundên Babê jiyana sivîlan dixe xeterê
21 sibat, 2019   16:06

ŞERÎF EL-ABO - ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Çeteyên artêşaTirk a dagirker gundên Girhiyûk, Qirt Wêran û El-Kawklî bi çekên giran û navîn kirin hedef. Ruxmî hebûna polîsên leşkerî ya Rûsyayê ji bo çavdêriya eniyan, lê gundê El-Kawklî rastî topbaranê hat. Ji aliyê xwe ve şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê bersîva êrîşan dan.

Fermendarê meydanî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cuma Elî bal kişand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên ku sivîl lê hene bi awayekî domdar dikin hedef, wek gundên El-Kawklî, Qirt Wêran û Girhiyûkê. Her wiha destnîşan kir ku çeteyan duh êvarê di saet 10:00`an de bi çekên giran top li gundê Qirt Wêranê barandin.

Cuma teqez kir ku wan bi armanca parastina sivîlan û rawestandina êrîşên domdar li ser gund, bersîva cihê êrîşan dane. Cuma destnîşan kir ku çeteyan hedefgirtina gund bi topan domandine û topbaran gihaştiye gundê El-Kawklî. Cuma diyar kir ku tiştek li sivîl nehatiye.

Girêdayî heman mijarê şervanekî Meclisa Leşkerî ya Babê Mehmûd Hesen ê ku bû şahidê pevçûnên duh destnîşan kir ku jêdera êrîşan ji gundê Şêx Nasir ê dagirkirî bû. Ew gund ji gundê Qirt Wêranê bi 800 metreyan dûr e.

Mehmûd Hesen soza parastina sivîlan û têkçûna dagirkeriya Tirk da.

Şêniyên gundê Qirt Wêranê dest ji warên xwe bernadin

Gundên bajarokê El-Erîme yê girêdayî gundewarê rojhilata Babê; Girhiyûk, Qirt Wêran, El-Kawklî, Ceble El-Hemra û Cib Mexzûm wek xetê ciyawaz di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekê ve û ji aliyê din ve Meclisa Leşkerî ya Babê  de tê hesibandin. Ew gund bi 20 km ji aliyê rojava ve ji bajarê Minbicê dûr in.

Şêniyên gundê Qirt Wêranê di dawiya 2017`an di vegera gund de bi israr bûn. Ji ber wê bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Babê vegerîn malên xwe. Ji nû ve malên xwe yên ku di encama topbaran artêşa Tirk a dagirker de wêra bûbûn, sererast kirin û di zeviyên xwe de xebitîn da ku debara xwe peyda bikin.

Lê gund rastî êrîşên domdar ên çeteyên artêşa Tirk a dagirker tên. Dagirkeriyê duh bi şev asta hedefgirtina gund heya ku gihaşt piraniya malan bilind kir.

Nûçegihanên ajansa me şûnên topbaranê û hedefgirtina bi çekan li ser malên sivîlan belge kirin. Şêniyên gund teqez kirin ku duh di encama topbaranê de bi dehan sivîl ji ber tirsa ser zarokan ji malên xwe derketine. Dengên topbaranê li ser gundê El-Kawklî tirs xist dilê zarokan.

Şêniyên gund heya saetên barbangê sibehê li çolê man û piştre vegerîn malên xwe. Şêniyên bi navê Elawî El-Hesen Remedan behsa rewşa tirsa şeva êrîşan kir ruxmî ku mala wî ji malên gund dûr e û hestên xwe bi zaravayî herêmî wiha rave kir: "Mêjiya me firî."

Remedan destnîşan kir ku dema êrîşan şênî di xew de bûn. Şênî li ser dengên guleyan şiyar bûn. Gule heya saet 03:00`yan ranewestîn û zarok jî di dirêjahiya şevê de hertim digiriyan. Remedan teqez kir ku çeteyan bi armanca valakirina gund ji şêniyên wê êrîşî gund kirin.

Remedan hêvî kir ku aramî li tevahiya bajarên Sûriyê serwer be.

Tê destnîşankirin ku Fermendariya Giştî ya Leşkerî ya Babê di 10`ê Hezîrana borî de daxuyanî dabû. Di daxuyaniyê de fermendariyê hebûna Tirkiyê li ser xaka Sûriyê red kiribû. Her wiha bang li civaka navdewletî û dewletên di karûbarên Sûriyê de çalak kiribû da ku zextê li artêşa Tirk a dagirker bikin ji bo ku ji Babê û Bakurê Sûriyê vekişe.

(şx)

ANHA