Têkildarî komployê semînerek hate dayîn

Li bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê têkildarî Komploya Navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semînereke hate dayîn.

Têkildarî komployê semînerek hate dayîn
17 sibat, 2019   14:42

HESEKÊ

Semîner ji aliyê Kongreya Star ve bi amadebûnna bi dehan şêniyên bajarê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, senevîzyoneke li ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Rêvebera Kongreya Star a kantona Hesekê Zeyneb Mûrad û endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo aixivîn de bal hat kişandin ser gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û ev gefanan wekî berdewama komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah bi nav kirin.

Axaftivanan anîn ziman ku ramanê Ocalan siyasetên dewletên desthilatdar eşkere kir û gotin, Ocalan di girtîgehê de lê fikrê wê azad, bi saya ramanê wî civak gihişt vê asta rêxistinbûyînê.

Di dawiya semînerê de dirûşmeyên azadiya Ocalan hatin avêtin.

ANHA