HRE`yê li Babê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xist

Hêzên Rizgarkiriya Efrînê(HRE) diyar kir ku şevanên wan çalakiyeke bi bandor li dijî çeteyan li Babê lidar xistin.

HRE`yê li Babê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xist
HRE`yê li Babê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xist
HRE`yê li Babê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xist
14 sibat, 2019   12:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgarkiriya Efrînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Şervanên me çalakiyên xwe yên bi bandor ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wî li Efrînê derdora wê lidar dixin, didominin.

13’ê Sibatê, şervanên me li derdora gundê Hezwan a girêdayî Babê li dijî seyareyeke çeteyên koma Firqet El-Hemzat têde bûn, çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çeteyên bi navê Ebdultayib Ferûa, Yasir El Elî û Mihemed Xazî hatin kuştin û 3 çete jî bi giranî birîndar bûn.”

(kc)