Ekrem Hiso: Soçî ne ji bo dayîna biryaran e

Hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso diyar kir ku civîna Soçiyê ne civîneke ji bo derxistina biryaran e û wiha got: “Yan dê Rûsya, Îran û Tirkiye li ser xalan li hev bikin, an jî dê civîna xatirxwestina di navbera her sê dewletan de be. Ez texmîn dikim ku dê şerekî dijwar li Idlibê rû bide.”

Ekrem Hiso: Soçî ne ji bo dayîna biryaran e
14 sibat, 2019   07:19

QAMIŞLO

Di encama berjewendiyên nakok ên di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de ku hewl dide dagirkirina herêmên Sûriyê rewa bike, mijara Idlibê her tim di rojeva Sûriye û cîhanê de ye.

Hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso têkildarî geşedanên dawîn ên qada Idlibê û armanca ji civîna Soçiyê ya di navbera dewletên mîsogerkarên Astanayê de nirxand û wiha got: “Rewşa Idlibê piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyê, bi temamî hat guhertin. Ji ber wê, dewletên mîsogerker ên Astanayê, di serî de Rûsya û Tirkiye, bi lez tev digerin.”

Ekrem Hiso destnîşan kir ku ji girîngtirîn guhertinên ku li Idlibê rû dane, Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra) xistina lîsteya terorê ye û wiha pê de çû: “Heyet Tehrîr El-Şam ji 3 beşan pêk tê. Yek bi Ebû Mihemed El-Colanî ve girêdayî ye. Ev beş desteka xwe yekser ji Tirkiye û dewleta Qeterê digire. Hejmara wan derdora 10 hezar kes e. Beşa din jî yên yekser bi Eymen El-Zawahîrî serokê rêxistina El- Qaîde ya Afganistanê ve girêdayî ye. Piraniya endamên wê ji El-Qaîde û tevgera selefî ya Misrê ne û Ebû Yeqzan El-Misrî wan bi rê ve dibe. Ew beş li dijî Tirkiye û projeyên wê ye. Beşa sêyemîn jî bi navê cîhadîstên biyanî tê naskirin. Hindek ji wan ji El-Qaîdê ne û hindek din jî di nav komên girêdayî Tirkiyê de ne.”

Ekrem Hiso daxuyand ku Ebû Mihemed El-Colanî razî bû ku tev li hebûna Tirkiyê ya di bin navê hikumeta demkî de ya girêdayî opozîsyona Sûriyê bibe. Ekrem Hiso diyar kir ku Tirkiye bi armanca avakirina sîwaneke siyasî ji Ebû Mihemed El-Colanî û çeteyên wî re ev kom ava kir û wiha domand: “Koma Ebû Mihemed El-Colanî ji komên herî bi hêz e di nav Heyet Tehrîr El-Şam de. Armanca din a Tirkiyê ya tevlêkirina Ebû Mihemed El-Colanî di nav hikumeta demkî de, ew e ku Ebû Mihemed El-Colanî wek xeteke li dijî El-Qaîde û cîhadîstên biyanî bi kar bîne. Da ku derbasî Tirkiye û Ewropayê nebin. Bi taybet piştî ku Tirkiyê ji Rûsya û dewletên Ewropayê re diyar ku ew ê nehêle çeteyên Idlibê derbasî Ewropayê bibin. Girêdayî çaranûsa Erebên di nava El-Qaîdeyê de ku bi Hiras El-Dîn û cihadîstên biyanî têne binavkirin, Tirkiye û Rûsya hewl didin bi rêya girtinê yan jî bi rêya êrîşên Rûsya û rejîma Sûriyê wan tune bikin.”

‘Rûsyayê bi rêya pêşkêşkirina Hevpeymana Edeneyê Tirkiye kişand nava xefikê’

Ekrem Hiso destnîşan kir ku civîna ku dê li Soçiyê îro di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de pêk were, nehatibû plankirin û wiha axivî: “Lê li gorî daxuyaniyêm wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov, dihat payîn ku lûtkeya Astanayê ya 12’an bihata lidarxistin. Ji ber guhertinên li ser astên leşkerî û siyasî bi taybet piştî biryara serokê Amerîkayê ya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, lidarketina civîna Soçiyê ji hêla serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve hate ferzkirin. Ev jî îsbat dike ku nakokiyên mezin di navbera Rûsya û Tirkiyê de hene. Rûsya bi rêya bibîrxistina Hevpeymana Edeneyê, Tirkiye kişand nava xefikê. Pêşkêşkirina vê hevpeymanê piştî Hevpeymana El-Qesîr a ku ji hêla Mala Spî ve hate derxistin, tê. Amerîka di vê hevpeymanê de biryara cezakirina her aliyekî bi rejîma Sûriyê re têkiliyan çêdike, da. Tevî wê jî dewletên cîhanê rûdana şerekî di dema niha de li Idlibê red dikin. Ji aliyekî din ve jî rejîma Sûriyê pêşniyarên Rûsya û Tirkiyê red dike, ji ber ku avakirina hebûneke nû, li ser xwe wek xetere dibîne.”

Ekrem Hiso di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Civîna Soçiyê ne civîneke ji bo dayîna biryaran e. Yan wê dewletên mîsogerkar li ser hindek xalan li hev bikin an jî civîna xatirxwestinê ya dewletên mîsogerker ên Astanayê be. Ez texmîn dikim ku dê li Idlibê şerekî dijwar rû bide.”

(şx/bm)

ANHA