Foza Yûsif: Ji bo azadkirina Ocalan, divê têkoşîn were bilindkirin

Foza Yûsif di semînera li navçeya Dirbêsiyê de  got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zindana Îmralî kir dibistana ku ji wir fikra Netewa Demokratîk derkeve.

Foza Yûsif: Ji bo azadkirina Ocalan, divê têkoşîn were bilindkirin
Foza Yûsif: Ji bo azadkirina Ocalan, divê têkoşîn were bilindkirin
13 sibat, 2019   16:24

HESEKÊ

Bi boneya nêzikbûna Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan, Kongreya Star û bi kordîneya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, semînerk organîze kir. Di semînera ku ji aliyê Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Foza Yûsif ve hate dayîn de, bi dehan mamoste beşdarî bûn.

Foza Yûsif di destpêka semînerê de got:"Bi Komployeke Navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk û dewletên din ve, Rêber Ocalan dîl hate girtin. Ji sala 2011`an ve, dewleta Tirk nahêlin ku parêzerên Ocalan wî bibînin.”

Foza got armanca dewleta Tirk  ji van siyasetan ew e ku îradeya gelê Kurd bişkîne û gel dûrî fikr û felsefeya Ocalan bixe û wiha dewam kir:"Tevî tecrîda li ser Ocalan, lê felsegeya wî li tevahiya cîhanê belav bû.”

Foza anî ziman ku Roja 15`ê Sibatê, ji bo tevahiya gelên Kurdistanê û taybet jin, rojeke reş e.

Foza Yûsif bal kişand li ser Peymana Edenê û ev nirxandin kir:"Ev peyman dewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.”

Di dawiya semînerê de, Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif got ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê têkoşîn were bilindkirin.

(kc)

ANHA