Wezîrê parastinê yê Amerîkayê: Hebûna DAIŞ`ê di cîhanê de hîn xurt e

Radyoya Dengê Amerîkayê li ser zimanê wezîrê parastinê yê Amerîkayê Patrick Chanahan got: “Rêxistina DAIŞ`ê hebûneke xwe ya cîhanî  xurt heye. Şervanên QSD`ê di baregehên dawî yên çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê Sûriyê, çeteyan tine dikin.”

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê: Hebûna DAIŞ`ê di cîhanê de hîn xurt e
11 sibat, 2019   13:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Patrick Chanahan ji rojnamegerên ku bi wî re çûne Afganistanê re got di çarçoveya operasyonên leşkerî de pêşketinên li Sûriyê tê wateya ku hatine rûxandin û wiha dewam kir: "Em li Sûriyê bi awayekî pir mezin li geliyê çemê Firata navîn bi pêş de diçin."

Di hefteya derbasbûyî de wezîrê karên derve yê Amerîkayê Michael Pompeo hewl da ku hevalbendên xwe rehet bike ku Dewletên Yekbûyî dema hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, dev ji erka tunekirina çeteyên DAIŞ`ê bernade.

Patrick Chanahan roja duşemê got ew ê di vê hefteyê de bi hevalbendên xwe yên NATO`yê re der barê alîkarî û operasyonên ewlehiyê de ku dema xwe vekişînin, nîqaş bikin.

(bx)