86 kes tev li greva birçîbûnê ya Qamişlo bûn

Greva biçîbûnê ya şêniyên bajarê Qamişlo di roja duyemîn de berdewam e. îro jî 86 kes tev li grevê bûn.

86 kes tev li greva birçîbûnê ya Qamişlo bûn
86 kes tev li greva birçîbûnê ya Qamişlo bûn
86 kes tev li greva birçîbûnê ya Qamişlo bûn
86 kes tev li greva birçîbûnê ya Qamişlo bûn
86 kes tev li greva birçîbûnê ya Qamişlo bûn
86 kes tev li greva birçîbûnê ya Qamişlo bûn
29 ÇILE, 2019   17:15

QAMIŞLO

Kongreya Star a bajarê Qamişlo bi armanca şeremzarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leya Guven duh çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê  bi dirûşmeya`Bi giyana berxwedana girtîgehan em ê tecrîdê bişkînin` hatiye organîzekirin. Di roja yekemîn a çalakiyê de 75 kes ji şêniyên navçeya rojavayê bajarê Qamişlo beşdar bûn, îro jî 51 jin û 35 zilam ji navçeya rojhilatê bajêr ku elekên wêneyên Ocalan li xwe kiribûn çalakî dewr girtin.

Konê çalakiyê bi wêneyên Leyla Guven, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, QSD, YPG û YPJ`ê hatiye xemilandin.

Di bin konê çalakiyê de senevîzyonek girêdayî berxwedana girtîgeha Diyar Bekir hate pêşandan û axaftin hatin kirin.

Endama Buroya Jin a MSD`ê Cewahir Osman axivî û çalakî pîroz kir. Cewahir destnîşan kir ku Leyla Guven berxwedana têkoşer Mezlum Dogan û hevalên wî didomîne,  berxwedana ku mohra xwe li dîroka têkoşîna gelê Kurd daye.

Cewahir di dawiyê de destnîşan kir ku ew amade ne tiştên ji wan tê xwestin bikin da ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin, her wiha diyar kir ku ew şopdarên Mezlum Dogan in ê ku bi gotina `Berxwedana jiyan` teqez kiriye ku gelê Kurd gelek berxwedêr e û dê heta bi destxistina azadiya xwe li ber xwe bide.

Endama Kongreya Star a navçeya rojhilatê Semîre Hesen ku tev li çalakiyê bûye ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wan bi armanca piştgiriya Leyla Guven tev li çalakiyê bûne. Semîre teqez kir ku ew ê çalakiyên xwe ta pêkanîna daxwazên Lelya Guven û şikandina tecrîdkirinê bidomînin.

Piştre helbestvanê Kurd Ferhad Merdê yê ku tev li çalakiyê bûye, helbestên xwe vegot.

Serdana şêniyan ji çalakiyê re berdewam e.

(şx)

ANHA