Li Reqayê dibistanek din hat vekirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi kordîneya Rêxistina Partînz piştî 2 mehan ji xebatên sersatkirinê dibistnan Endelos a li bakurê bajêr vekir.

Li Reqayê dibistanek din hat vekirin
Li Reqayê dibistanek din hat vekirin
Li Reqayê dibistanek din hat vekirin
29 ÇILE, 2019   16:46

REQA

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a bajarê Reqayê xebatên xwe yên serastkirina dibistanên ku ji ber binpêkirinên çeteyan de ziyan dîtine berdewam e.

Yek ji dibistanên ku ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê û Rêxistina Partînz ve hate sererasatkirin, dibistana Endelos a li deriyê ketina bakurê bajêr e. Komîteyê piştî bi dawîkirina xebatên sererastkirinê ku 2 mehan dewam kir îro bi merasîmekê dibistan vekir.

Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, bi dehan mamoste û xwendekar beşarî merasîmê vekirinê bûn. Deriyê dibistanê ji aliyê xwendekarên bi navê Renîm El-Sado û Eyad Mihemed ve hate vekirin. Beşdaran li dibistanê geriyan.

Deriyê dibistanê ji bo pêşwazîkirina 2 hezar û 500 xwendekarî vekiriye.

Endamê  Buroya Perwerdeyê Mihemed El-Sixnî axivî û got " Wekî Komîteya Perwerde û Serastkirina Dibistanan li gor derfetên heyî em hewl didin kêfxweşî û dilşadiyê li ser rûyê xwendekarên Reqayê bibînin, em bi hemû enerjiya xwe kar dikin, ji bo nifşekî pêşketî ava bibe."

(dh)

ANHA