Jinên gundewarên Dêrazorê komînên xwe ava dikin

Rêveberiya Jin a Dêrazorê avakirina komînên taybet bo jinan didomîne. Rêveberiyê di civînekê de gelek komîn ava kirin.

Jinên gundewarên Dêrazorê komînên xwe ava dikin
28 ÇILE, 2019   15:44

DÊRAZOR

Bi armanca rêxistinkirina jinan û rê li pêşiya wê were vekirin da ku rola xwe di civakê de bilîze, Rêveberiya Jin a Dêrazorê avakirina komînên taybet bo jinan didomîne.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiyê li herêma Hemar El-Elî 23 komîn, li El-Sewa 8 komîn û li El-Hewaêc 15 komîn ava kir. Her wiha di nav komînan de komîte jî ava kir.

Rêveberiya Jin a Dêrazorê bi armanca avakirina komîna jin li gundê Mihêmîd, civînek li dar xist. Di civînê de endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Leyla Abdullah girîngiya komînan di avakirina civakek azad, exlaqî û azadiya jinê de şîrove kir.

Leyla bal kişand ku komîn lêvegera sereke ji tevahiya jinên herêmê re tê hesibandin da ku xwe birêxistin bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Civîn bi hilbijartina seroka komînê û avakirina komîteyên wê "tenduristî, perwerde, parastin û lihevkirin) bi dawî bû.

(şx)

ANHA