Rêveberiya Xweser a Efrînê soza têkoşînê nû dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi boneya salvegera 5`an a ragihandina rêveberiyê soza berdewamkirina têkoşîn ta rizgarkirina Efrînê nû kir.

Rêveberiya Xweser a Efrînê soza têkoşînê nû dike
28 ÇILE, 2019   15:07

EFRÎN

Bi boneya salvegera 5`an a ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê di 29`ê Çileya 2014`an de, Meclisa Rêveber daxuyanî ji raya giştî re da. Meclisa Rêveber soza şopandina rêya têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê dûbare kir.

Daxuyanî wiha ye;

`Efrîn xaka zeytûnê, sembola xêr û aştiyê ye. Aştiya ku di dijwartirîn mercên aloziya Sûriyê de di dirêjahiya 8 salan de li ser erdê pêk hatiye. Efrîn bi rêya xwe birêvebirinê ew tişt pêk anî û hewldanên wê bi tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tajîdar bû. Em salvegera wê ya 5`an pîroz dikin.

Rêveberiyê ruxmî dorpêça leşkerî û siyasî, Efrîn veguherand spartgeha bi ewle ji kesên ku ji ber şerê navxweyî li Sûriyê reviyan. Koçber bi baweriya serketina tecrubeya biratiya gelan û pêkanîna rêjeyên baş di warê geşbûna aborî de li gorî mercên aloziyê berê xwe dan Efrînê. Ji ber wê Efrîn bû armancek yekser a dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku ji serketina tecrubeyên demokratîk li ser sînorên xwe ditirsin.

Lew re, bi tevhiya hêz û derfetên xwe di destpêka 2018`an de êrîşî Efrînê kirin. Di êrîşên xwe de tevahiya cureyên çekên pêşketî bi kar anîn, di encamê de bi sed hezaran şêniyên wê neçar man ji Efrînê derkevin û berê xwe bidin herêmên Şehbayê. Şehba di destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Efrînê de û şerê li dijî terorê bi rêveberiyê re şirîk bû.

Lê gelê ku bi Rêveberya Xweseriya Demokratîk ya Efrînê di pêkanîna wan destkeftiyan de şirîk bû, carek din li herêmên koçberiyê li ser bingeha biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê baweriya xwe bi rêveberiyê anî. Rêveberiyê jî ew erka pîroz qebûl kir û soza berdewamkirina têkoşînê bi gel re heya rizgarkirina Efrînê dubare kir.

(şx)

ANHA