Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ev cara 783'an e ku parêzer serlêdana Serdozgeriyê dikin û 782 caran serlêdan hatiye redkirin.

Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
22 ÇILE, 2019   09:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç, ji bo dîtina muwekîlê xwe, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve serlêdanên parêzeran bi hincetên cuda tên redkirin.