Li Dêrazorê mecliseke din hate vekirin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê, li gundê Şeqra yê xeta rojava ya Dêrazorê bi navê Meclisa Şehîd Ehmed El-Cîval, meclisek vekir.

Li Dêrazorê mecliseke din hate vekirin
Li Dêrazorê mecliseke din hate vekirin
Li Dêrazorê mecliseke din hate vekirin
Li Dêrazorê mecliseke din hate vekirin
Li Dêrazorê mecliseke din hate vekirin
Li Dêrazorê mecliseke din hate vekirin
17 ÇILE, 2019   14:01

 

DÊRAZOR

Di merasîma vekirina meclisê de bi dehan şêniyên gundê Şeqra û gundên derora wê, endamên rêveberiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Jinan a Cezratê, hevserokên Meclisa Gel a Rojavayê Dêrazorê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û hevserokên Meclisa Gel a Gundê Şeqra Ehmed El-Semran û Itab El-Cedan vekirina meclisê pîroz kir û soz dan ku ew ê bi qasî berpirsyariyê bin û xizmeta gundiyan bikin û hemû pêdiviyên wan bi cih bînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku meclisa gundê Şeqra gundên Şeqra, Laclamade, El-Şehbat, El-Cîa, Ceniniyê û Eliyan digire nava xwe.

Her wiha di merasîma vekirinê de bi navê Meclisa Sivîl endama rêveberiyê Betol El-Yûsif, Mala Jinan Şehrezad El-Casim û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Şam Ciwês axivîn. Axaftvanan vekirina meclisê li gelê herêmê pîroz kir û hêvî kir ku xizmeta gel bike û rêgeza biratiya gelan bi cih bike.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, malbata şehîd Ehmed El-Cîfal deriyê meclisê vekir.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Ehmed El-Cîfal di 29’ê Gulana 2018’an de di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû.

ANHA