Polîsên Tirk, meşa ji bo Leyla Guven asteng kirin

Girseya ku xwestin ji bo balê bikişîn ser rewşa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku 66 roj in di grevê de ye bimeşin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Polîsên Tirk, meşa ji bo Leyla Guven asteng kirin
12 ÇILE, 2019   10:48

 NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji bo balê bikişînin ser rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê  Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku 66 roj in li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye, xwestin meşekî li dar bixin. Meş ji aliyê polîsên dewleta Tirk a dagirker ve hatin astengkirin. Heman demê de parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de bûn.