Ebû Erac: Tirkiye, sedema nakokiyên li Idlibê ye

Cîgirê Fermendariya Giştî ya Ceyş El-Siwar Ebû Erac destnîşan kir ku Tirkiye sedema nakokiyên di navbera çeteyan de yên li Idlibê ye. Ebû Erec teqez kir ku bûyerên li Idlibê rû didin encamên lihevkirinên di navbera Tirkiyê, rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de ne.

Ebû Erac: Tirkiye, sedema nakokiyên li Idlibê ye
8 ÇILE, 2019   07:30

 ŞERÎN EL-EBO-ŞÎLAN MIHEMED/MINBIC

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam(Cebhet El-Nusra berê) û çeteyên Nûredîn El-Zenkî li Idlibê bi hev ketine. Di heman demê de, rêjîma Sûriyê bi êrîşên hawayî herêmên Idlibê topbaran dike, ruxmî ku li piraniya herêmên Idlibê bargehên leşkerî yên Tirkiyê hene jî.

Di demek ku nakokiyên mezin li Idlibê rû didin de, Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan gefên êrîşan li dijî bajarê Minbicê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewle, dixwe.

Cîgirê Fermendariya Giştî Ceyş El-Siwar Ehmed El-Sultan (Ebû Erac) bal kişand ser rewşa Idlibê û wiha got:“Ji hefteya borî ve çeteyên Cebhet El-Nusra û Tevgera Nûredîn El-Zenkî bi hev ketine. Di encamê de El- Nusra hemû deverên di bin serweriya Tvegera El-Zinkî kirin bin kontrola xwe û serçeteyên El-Zenkî ber bi herêmên bakur ve reviyan. Tu hebûnek wan li rojavayê gundewarê Helebê nema ye.”

Ebû Erac diyar kir ku El- Nusra herêm kir bin serweriya xwe, noqteyên çeteyên Tevgera Nûredîn El-Zenkî, erebeyên wan û heta bi sedan sivîlên ku hatine revandin û li girtîgehên El-Zenkî diman girtin. Ebû Erec destnîşan kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra başûr û başûrê rojhilatê gundewarê Idlibê kontrol kirine.

Ebû Erec gotinên xwe wiha berdewam kir: “Dema çeteyên Tevgera Nûredîn El-Zenkî alîkariyê ji komên li başûrê gundewarê Idlibê xwestiye, wan koman nekarîn xwe bighînin gundewarê Helebê. Piştre çeteyên Cebhet El-Nusra komên çeteyan komî serhev kir, mîna çeteyên Huras El-Dîn, çeteyan Ensar El-Dîn û bermayên çeteyên Cind El-Eqsa tevî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê. Di  encam de şer ji rojavayê gundewarê Helebê ber bi başûrê gundewarê Idlibê ve dirêj bû û gihîşt rojhilatê Mearêt El-Noman, bajarokê Circînaz û bajarokê El-Bisamis li derdora bajarê Seraqibê. Çeteyên El- Nusra desrbasî bajarê Etarib ê ku wek dergûşa Şoreşa Sûriyê tê hesbandin bûn. Ji destpêka tevgera şoreşgerî ya parêzgeha Idlibê ve, şoreşgerên Etaribê rê nedan ku çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî bajarê wan bibin."

Ebû Erac destnîşan ki ku çeteyên Şoreşgerên Etaribê, Şoreşgerên El-Şam û Beyraq El-Islam dema berê xwe dan Efrînê û derdora wê hatin helandin û bargeh û çekên xwe radestî çeteyên Cebhet El-Nusra kirin di encamê de bi temamî Etarib ket bin kontrola çeteyên Cebhet El-Nusra.

 ‘Sivîl dibin qurbanê şerê li herêmê’

Ebû Ereb tekez kir ku di encama şerên li wan herêman rû dane de di radeya yekemîn de sivîl bûn qurban, zêdetirî 150 kuştî di nav her du aliyan de çêbûne, tevî wê jî zêdetirî hezar çete li gel her du aliyan dîl hatine girtin.

Girêdayî sedema şer  Ebû Erec ev tişt anî ziman: "Tekane aliyê ku ji vê şer sûd digire rêjîma Sûriyê ye. Ê ku zemîn ji çeteyên El- Nusra re çêkiriye Tirkiye ye."  Ebû Erec destnîşan kir ku Tirkiye bi hinceta çeteyên Cebhet El-Nusra parêzgeha Idlibê kontrol kiriye, dê Idlibê radestî rêjîma Sûriyê bike. Bi vê yekê hincet li gel rêjîma Sûriyê û Rûsya çêdibe da ku li Idlibê qirkirinekê pêk bîne.

‘Çarenûsa koçberan ne diyar e’

Di berdewama gotinên xwe de Ebû Erec bal kişand ser rewşa koçberên herêmê û wiha dewan kir:“Koçberên El-Xûta, şêniyên Hims, Deraa û Hemayê berê xwe dabûn Idlibê. Niha jî rêjîma Sûriyê êrîşî bajarê Idlibê dike, di vê rewşê de çarenûsa van koçberan ne diyar e. Pirsa niha xwe dide pêş, gelo ev koçber wê bi ku ve biçin eger Tirkiye sînorên xwe li hember derbasbûna wan, heta ku ji bo dermankirinê bigire wê çibibe.”

Ebû Erec teqez kir ku bûyerên li Idlibê rû didin encamên lihevkirinên di navbera Tirkiyê, rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de ne û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Wê encamên wan lihevkirinan dê ne tenê ji bo şêniyên Idlibê, heman demê de ji bo tevahiya gelê Sûriyê karesatek be. Tirkiye hewl dide çeteyan bi soza êrîşkirina rojhilatê Firatê bixapîne da ku wan ji şerê li hember rêjîmê bide aliyekê.”

Ebû Erec di dawiyê de çeteyên “Mertala Firatê”wek baskê leşkerî yê AKP'ê sinifand. Ebû Erec bi bîr xist ku dewleta Tirk bi rêjeya ji sed 60 ji herêmên bin serweriya opozîsyonê radestî rêjîmê kiriye û bê dudilî di bin banê Rûsya de dê Idlibê û herêmên din radestî rêjîmê bike.

(şx)

ANHA