'Em dagirkeriya Tirk li ser axa xwe ku bi xwîna şehîdan rizgar bûye, qebûl nakin'

Dayikên şehîdan ên Dirbêsiyê destnîşan kir ku armanca gefên Erdogan ew e ku fitneyê di navbera gelên herêmê de derxe û teqez kir ku ev gef vîna wan ji bo berdewamkirina rêya şehîdên xwe naşikînin.

'Em dagirkeriya Tirk li ser axa xwe ku bi xwîna şehîdan rizgar bûye, qebûl nakin'
30 kanûn, 2018   08:48

HESEKÊ

Girêdayî gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dayikên şehîdan ên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku ew dagirkeriya Tirk li ser axa xwe ya ku bi xwîna zarokên wan rizgar bûye, qebûl nakin.

Diya şehîd Mihemed Şêxo, Memû Fedîle gefên Erdogan ên domdar li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kir armanca van gefan fitneyê di navbera gelê herêmê de derkeve û wiha berdewam kir: "Ev gef morala me naşikînin, ji ber ku em gelekî berxwedêr in û me berxwedana xwe ji şehîdan girtiye.”

Ji aliyê xwe ve xwişka şehîd Hemîd, Edle Misto gefên Tirkiyê şermezar kirin û wiha got: "Armanca van gefan tevî kuştina şêniyan û talankirina milkên wan mîna ku li Efrînê rû dide, nakokiyan di nevbera şêniyên herêmê de derxe û herêmê wêran bike.”

Edle wiha pê de çû: "Bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me gelek serkeftin bi dest xistine û em ê bê rawestan axa xwe biparêzin heya ku em dagirkeriyê tune bikin. Erdogan hewl dide bi van gefan temenê terorê ku hindik maye tune bibe, dirêj bike.”

Girêdayî heman mijarê dayika şehîd Kemal, Şemse Silêman wiha axivî: "Gefên Erdogan berxwedana me, vîna me naşikînin, ji ber ku em bi berxwedanê re mezin bûne."

Şemse destnîşan kir ku serkeftinên şervanan û gel bi dest xistine hişt hêzên cîhanî bi wan re koalîsyonan çêkin û wiha got: "Tevahiya dewletên cîhanî dixwazin hevalbendên hêza me û gelê me bin, ji ber ku gelê me berxwedêr e û me çete têk birin."

ANHA