‘Divê em bi hev re gefên Erdogan pûç bikin’

Hisên El-Elî li hember gefên Erdogan banga hevgirtinê li partiyên siyasî yên Sûriyê kir û diyar kir ku armanca sereke ya Erdogan têkbirina projeya rêveberiya xweser e. 

‘Divê em bi hev re gefên Erdogan pûç bikin’
29 kanûn, 2018   07:40

EHMED MIHEMED – OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Berpirsê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê şaxê Dirbêsiyê Hisên El-Elî ji ajansa me re destnîşan kir ku Erdogan bi rêya gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze temenê çeteyên DAIŞ`ê li herêmê dirêj bike.

El-Elî da zanîn ku gefên Erdogan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne nû ne, ji ber ku armanca wî dagirkirin û dijminatî ye. El-Elî xuya kir ku hemû dijminatiya Erdogan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku aloziya xwe ya hundirîn û aborî derxe derve.

El-Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hincet û gotegotan dixwaze projeya neteweya demokratîk têk bibe û temenê DAIŞ`ê li Sûriyê dirêj bike û wiha got: "Lê her kes dizane ku Tirkiyêe rûyê rast ê DAIŞ`ê ye. Erdogan nîşan dide ku li ser herêmê ditirse û dê parastina wê bike, lê ya rast ew dixwaze koka gelê Kurd biqelîne û tirsê bixe nava gelê herêmê.”

Hisên El-Elî di dawiya axaftina xwe de ji hemû partiyên li Sûriyê û hemû pêkhateyên li herêmê xwest ku bibin yek û li pêşiya van êrîşan bisekinin û wiha got: "Ji me hemûyan berxwedan û têkoşîn tê xwestin ku em van gefên Tirkiyê pûç bikin û divê gelê Kurd li derveyî welat jî rabe ser pêyan û qirêjiya Tirkiyê ji cîhanê re eşkere bike.”

(jo)

ANHA