‘Gefên Tirkiyeyê biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin hedef’

Meclisa kantona Şehbayê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku biratiya gelan û jiyana hevbeş têk bibe.

‘Gefên Tirkiyeyê biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin hedef’
‘Gefên Tirkiyeyê biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin hedef’
‘Gefên Tirkiyeyê biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin hedef’
‘Gefên Tirkiyeyê biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin hedef’
‘Gefên Tirkiyeyê biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin hedef’
‘Gefên Tirkiyeyê biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin hedef’
15 kanûn, 2018   12:14

ŞEHBA

Bi dehan endam, rêveberên meclis û saziyên kantona Şehbayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn û daxuyaniyek da. 

Daxuyanî ku ji aliyê endamê Meclisa Kantona Şehbayê Cûma Kalo ve hate xwendin, li navçeya Ehresê hate dayîn.

Di daxuyaniya Meclisa Kantona Şehbayê de wiha hate gotin:

"Di nava 8 salên dawîn de ji ber şer, sûcên rêxistinên terorîst mîna El-Qaîde, Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ`ê û alîgirên wan li Sûriyê, gelê Sûriyê û bi taybet gelê Kurd rastî gelek zor û zehmetiyan hat. Bi milyonan welatî koçber bûn û bi sed hezaran jî hatin kuştin û revandin. Binesaziya Sûriyê hate xirakirin. Şûnwarên wê hatin dizîn û goristanên wê jî hatin rûxandin. Her wiha qirkirina etnîk li dijî pêkhateyên Sûriyê pêk hat. Ev hemû binpêkirin li ber çavên hemû cîhanê çêdibin û heta niha cîhan bê deng e. Gelek ji wan sûcan gihaştin asta sûcên şer li dijî hemû mirovahiyê.

Ji ber dewletên xwedî bandor, tu çareseriyeke demokratîk ji aloziya Sûriyê re nedîtin ji ber wê jî rêxistinên terorîst li Sûriyê belav bûn û gelek sûc û komkujî li dijî gelê Sûriyê pêk hatin. Her wiha hindek aliyên îstixbaratê di rêya deriyên dewleta Tirk a dagirker re bi serkêşiya Erdogan derbasî Sûriyê kirin. Ev rêxistinên terorîst piştî ku hewl dan dewleta xwe ava bikin, xetereyê li ser civaka navdewletî, civaka Ewropayê û bi taybet civaka Amerîkayê çêdikin. Ji ber wê diviya Koalîsyona Navdewletî bi hêzên ku mirovahiyê û demokrasiyê peyda dikin ku li ser xaka Sûriyê çalak in ku karibin terorîstan tune bikin û bandora wan li ser tevahî cîhanê rakin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî 4 salan ji şerê li dijî terorîstên DAIŞ`ê, îro şerekî mezin bi serkêşiya hêzên QSD`ê û Koalîsyona Navdewletî li dijî çeteyên DAIŞ`ê li baregeha wan a dawîn tê kirin. Bi vê yekê hemû mirovahî ji terorîstan rizgar dibe. Dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya Erdogan gefan li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Alîkariya çeteyên DAIŞ`ê dike û zextê li şervanên QSD`ê dike da ku Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyan bisekinîne û wan ji nû ve vejîne. Armanca wan ji vê yekê ku aramî, biratiya gelan û jiyana hevbeş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin da ku ev rêxistin mîna rêxistina El-Qaîde li Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn û Idlibê bibe wesîleyek di destê dewleta Tirk de da ku zextê li civaka Ewropa û Amerîkayê bike ku siyasetên binpêkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nirxên mirovahiyê û demokrasiyê bi dawî bike.

Em wek pêkhateyên kantona Şehbayê Kurd, Ereb, Tirkmen, meclisên sivîl û siyasî gefên dewleta Tirk li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar dikin. Gefên dagirkeran tê wateya parçekirina xaka Sûriyê ku qanûnên navdewletî parastina wê dikin. Em topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser kampa Mexmûrê û hedefgirtina sivîlan şermezar dikin. Em teqez dikin ku em ê parastina hemû xaka Bakurê Sûriyê li dijî hemû êrîşên derve bikin ku dixwazin yekitiya xaka Sûriyê û îradeya pêkhateyên wê bikin. Mafê me yê rawa heye ku em li ber xwe bidin heta ku em xaka xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê rizgar bikin.   

Em bang li civaka navdewletî dikin û di serî de Meclisa Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê û El-Camîa El-Erebiye ku der barê sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê ji bêdengiya xwe derkeve, zextê li rêjîma AKP`ê bike da ku binpêkirin û terora xwe li dijî civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li dijî terorîstan DAIŞ`ê şer dike, bisekinîne.

Em bang li Koalîsyona Navdewletî dikin ku ji bo çeteyên DAIŞ`ê bi rêya deriyê Tirkiyeyê ber bi dewletên koalîsyonê ve neçe helwestên xwe der barê gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar bike û qedexekirina firîna balafiran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike.

Cara sêyemîn em bang li dewleta Sûriyê dikin ku parastina xaka Sûriyê ji çavbirçîbûna dewleta Tirk, hewldanên wê yên parçekirina Sûriyê bike û hovîtî û binpêkirinên ku li Şehba û Efrînê çêbûn, careke din dubare nebin.

Em wek pêkhateyên Şehbayê; Kurd, Ereb û Tirkmen careke din teqez dikin ku em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, em ê her tim şopdarên rêya şehîdên xwe bin heta ku hemû parçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê û terora El-Qaîde û DAIŞ`ê were rizgarkirin.

(bx)

ANHA