‘Em li hember gefên Erdogan bê deng namînin’

Meclisa Sivîl a Reqayê û rûspiyên êlên Reqayê teqez kir ku ew li hember gefên Erdogan li ser herêmên ewle yên Bakurê Sûriyê bê deng namînin.

‘Em li hember gefên Erdogan bê deng namînin’
13 kanûn, 2018   14:00

REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê û rûspiyên êlên Reqayê, têkildarî gefên dawîn ên Erdogan li ser herêmên Bakurê Sûriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê Komîteya Dadê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Xalid Mûse ve li eywana civînan a meclisa sivîl hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku daxuyaniyên Erdogan di çarçoveya siyaseta dijminahiiyê ya ku hikumeta Tirk li dijî Sûriyê bi kar tîne de ne û armanc jê dirêjkirina êşa Sûriyê ye û pêkanîna berjewendiyên xwe yên li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ne.

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku divê dewletên cîhanê û di serî de Neteweyên Yekbûyî li hemberî êrîşên dijminahî yên Tirkiyeyê li ser herêmê bi erka xwe rabin û wiha hate dewamkirin: “Em li hember gefên Erdogan li ser herêmên ewle yên Bakurê Sûriyê bê deng namînin û em ê bihêlin ku bi awayekî têkçûyî ji herêmê derkeve, ji ber ku em parastina dozeke adil dikin. Ev doz a vî gelî ye ku bi azadî û rûmetê bawer in.”

(kc)

ANHA