‘Hemû pêkhate bi hev re parastina herêmê dikin’

Şêniyên bajarê Qamişlo di bin konê sersaxiyê yê şehîd Hozan Elî de diyar kir ku hemû pêkhateyên herêmê bi yekdestî ji bo parastina herêmê, pêkanîna projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş tê dikoşin.

‘Hemû pêkhate bi hev re parastina herêmê dikin’
‘Hemû pêkhate bi hev re parastina herêmê dikin’
‘Hemû pêkhate bi hev re parastina herêmê dikin’
‘Hemû pêkhate bi hev re parastina herêmê dikin’
‘Hemû pêkhate bi hev re parastina herêmê dikin’
‘Hemû pêkhate bi hev re parastina herêmê dikin’
‘Hemû pêkhate bi hev re parastina herêmê dikin’
‘Hemû pêkhate bi hev re parastina herêmê dikin’
‘Hemû pêkhate bi hev re parastina herêmê dikin’
7 kanûn, 2018   13:45

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endam û rêveberên saziyên sivîl, şervanên YPJ/YPG`ê û hevseroka PYD`ê berê xwe da konê sersaxiyê yê endamê HPC`ê Hozan Elî ku di encama teqîna erebeya wî li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo de şehîd bûbû û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Abdulezîz Osman, ji rêveberên PYD`ê yê bajarê Qamişlo Abdulhelîm Eko û Yûsif Kûtî axaftin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Hozan re hate xwestin û hate diyarkirin ku hemû pêkhateyên herêmê ji bo parastina axa herêmê, pêkanîna projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş tê dikoşin. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê şehîd canê xwe feda dikin, hemû tiştên giranbuha dikin qurban û mînaka wê jî şehîd Hozan e.

Her wiha hate diyarkirin ku gelê herêmê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas digire, fikrên desthilatdariyê têk dibe û bi rêya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya azadiya gel hate ronîkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku şaneyên veşartî ku şerê taybet li dijî gelê herêmê dimeşînin, hemû encama kîna li dijî gelê Kurd e ku dixwazin projeya neteweya demokratîk têk bibin û tevliheviyê di navbera gelên herêmê de derxin.

Di dawiyê de hate gotin ku hemû komployên ku li dijî gelê herêmê têne kirin, bi saya îrade û hêza gelê herêmê û şervanên QSD, YPJ, YPG û HPC`ê têk çûn.

(bx)

ANHA