David Philips: Tirkiye dewleteke terorîst e

David Philips destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê qanûnên navdewletî û pîvanên mafên mirovan binpê dike û demografyaya Efrînê diguhere. Philips tekez kir ku Kurd xwedî projeyeke demokratîk in û fedekarî kirine, lewre divê li hemû parçeyên Kurdistanê azad bin.

David Philips: Tirkiye dewleteke terorîst e
2 kanûn, 2018   12:05

QAMIŞLO

Xebatên "Komcivîna navdewletî ya qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê" didome. Piştî xwendina peyama hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif rûniştina yekemîn a komcivînê ya der barê aliyê siyasî yê qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê de dest pê kir.

Mijara rûniştina yekemîn a komcivînê ji aliyê mamosteyê zanista siyasî û rêveberê navenda lêkolînên Sûrî Xalid Îsa, siyasetmedarê Kurd û serokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Hatîp Dîcle, pisporê lêkolînên rojhilat û serokê Navenda Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Odo Stein Bach, berpirsê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, mamosteya dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û dozên Rojhilata Navîn profesor Fereh Sabirîn, wezîrê mafên mirovan ê hikumeta herêma Kurdistanê û mamosteyê zanista siyasî profesor Mihemed Îhsan û rêveberê bernameya avakirina aştî û hiqûqê li Peymangeha Lêkolînên Mafên Mirovan li Zanîngeha Kolombiyayê David Philips ve tê nirxandin.

Davil Philips di rûniştinê de axivî û diyar kir ku ew tecrubeya Rêveberiya Xweser a Rojava û Bakurê Sûriyeyê erênî dinirxîne û spasiya Kouchner kir ku piştgirî da vê tecrubeyê.

Philips anî ziman ku ew girîngiyê dide tecrubeya pêşeng a Rojava û wiha got: "Ez tecrubeya Rojava girîng dibînim, hatime vir ji bo ku gelê Rojava nas bikim ku ew ne bi tenê ne. Her wiha hatime da ku cîhanê bi komkujiyên der heqê gelê herêmê de hatin kirin, agahdar bikim. Tecrubeyeke demokratîk e, azadiya jinan ji bo Sûriyê û tevahî cîhanê girîng e. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin da ku vê deverê bi cîhanê bidin nasîn. Divê em ji tarîtiyê re serî netewînin."

David Philips di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bûyerên li Efrînê rû didin, sûcekî der heqê mirovahiyê de ye û wiha domand: "Divê bi rêya fîlman rastiya Efrînê jî cîhanê re ragihînin, bila cîhan têkoşîna li vir nas bike. Bûyerên ku rû didin, hikumeta Sûriyê jê berpirsyar e, divê lêpirsîn were vekirin, ji ber ku binpêkirineke ji xaka Sûriyeyê ye. Konseya Yekitiya Ewropayê heye, dikare der barê vê yekê de lêpirsînekê veke, her wiha divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî mudaxele bike. Hewcedarî bi wêne, dîmen û belgeyên der barê binpêkirinên li Efrînê de heye."

Philips pêşniyarek ji rêveberiya Bakurê Sûriyeyê re kir ku muzexaneya komkujiyên ku der heqê gelê Efrînê de hatine kirin, veke ku bala saziyên çapemeniyê bikişîne.

David Philips di nava axaftina xwe de diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi dehan şêniyên Efrînê qetil kirin û anî ziman ku Tirkiye benda 39’an a Neteweyên Yekbûyî ya girêdayî mafên fizîkî û manewî binpê kiriye.

Philips teqez kir ku ew dengê xwe didin şahidên ku ji Efrînê hatine û binpêkirinên Tirkiyeyê ji hedefgirtina bijîşk, rojnamevan û sivîlan rave kirine, her wiha binpêkirinên Tirkiyeyê wek binpêkirinên plankirî bi nav kir ku armanc jî asîmîlekirina herêmên Kurdan ên li Efrînê ye ku gelek kes neçar kirin bibin misilman û biçin mizgeftan.

David Philips wiah got: "Ez dengê xwe bilind dikim, dibêjim Tirkiye dewleteke terorîst e, bi awayekî plankirî sûcan dike. Gelê Rojava xwe diparêze û rêgezên xwe heye, divê îtîraf pê were kirin. Pêwîst e rêveberiya herêmî ya Rojava agahiyan kom bike û serpêhatiyên qurbaniyên belge bikin."

David Philips di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Divê gelê Kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê yên dagirkirî azad be, Kurd xwedî projeyeke demokratîk in û ji bo cîhanê berdêl dane. Delîlên fedakariya we li gel me hene, nabe werin jibîrkirin. Em ê vê xîtabê veguhêzin cîhanê da ku her kes bibihîze."

ANHA