Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re cara 767’an hate redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, cara 767’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê daxwaza hevdîtinê red kir.

Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re cara 767’an hate redkirin
27 mijdar, 2018   19:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Fuat Coşacak ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê 767 caran serî li serdozgeriyê dane, lê hemû serlêdanên wan hatine redkirin.

Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Hemû serlêdanên parêzeran bi hincetên ‘Rewşa xirab a hewayê’ , ‘Koster xerabe ye’, ‘Koster li tehmîrê ye’ û ‘Rewşa Awarte‘ tên redkirin.