Mijarên rojnameyên erebî yên vê hefteyê ev in

Washington di demên dawî de tevgera xwe ya der barê dosyaya Sûriyê de zêde kirine û ji Tirkiyê û Moskoyê re stratîjiya xwe diyar kir ku ew ji bo rakirina cezayan li ser Îranê bazirganiyan nake. Li Iraqê jî xebatên siyasî têne astengkirin. Li aliyekî din jî Tirkiyê piştî daxuyaniyên Trump kaxezên xwe yên girêdayî Xaşeqcî winda kir.

Mijarên rojnameyên erebî yên vê hefteyê ev in
25 mijdar, 2018   06:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di vê hefteyê de behsa tevgerên Amerîkayê yên der barê dosyaya Sûriyê de, xebatên siyasî li Iraqê û Yekem, rewşa Filistînê kirin.

El-Ereb: Ji ber ku derengbûna pêkanîna tîfaqa Idlibê Rûsya bê sebir ma

Dosyaya Idlibê di rojnameyên Erebî de yên vê hefteyê cihekî girîng girt. Rojnameya El-Ereb li ser vê mijarê nûçeyek avêt. Di nûçeyê de wiha tê gotin "Rûsya li hemberî derengbûna pêkanîna peyamana Idlibê bi siyaseta ‘Sebira stratîjîk‘ ve girêdayî ye. Lê hin çavdêr dibînin ku Moskow dibe ku neçar bimîne di dawiyê de siyaseta xwe biguhere û mumkine gavên leşkerî bavêje."

Şerq El-Ewset: Mosko behsa astengiyên pêkanîna peyamana Idlibê dike

Rojnameya El-Şerq El-Ewset jî got "Wezareta Derve ya Rûsiya hişyariya xeteriya rewşa li Idlibê dide û fikarên xwe li ser astengiyên pêkanîna peymana avakirina herêmêeke bêçek anî ziman. Berdevka Wezareta Derve Maria Zaxarofa teqezî li ser helwesta welatê xwe ya der barê piştgiriya xebatên Tirkiyê ya pêkanîna bendên peymana Idlibê de kir, her wiha hişyariya berdewama nêzîkatiyên ji aliyê hêzên çekdar ên ku pêkanîna peymanê red dikin.

Şerq El-Ewsat: James Jeffrey; em dijberiya berjewendiyên Rûsyayê di Sûriyeyê de nakin

Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku şandeyê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey banga derketina hêzên biyanî û bi taybet hêzên Îranê ji bilî hêzên Rûsyayê ji Sûriyeyê kir û diyar kir ku hemû hêz amade ne ji Sûriyeyê derkevin, eger Îran ji Sûriyeyê derkeve û çareseriyeke siyasî pêk were. Jeffrey ji rojnameyan re got ku hebûna leşkerî ya Rûsyayê girêdayî bender û baregeheke hêzên ezmanî ye û ev yek beriya şerê Sûriyeyê bû û ji ber vê yekê Washingtonê daxwaza derketina vê hêza biyanî ji Sûriyeyê nake.

Rojnameyê li ser navê Jeffrey wiha got: “Rûsya hikumeta Şamê wek dostê xwe dixwaze û dixwaze baregehên xwe yên leşkerî di Sûriyeyê de biparêze. Em ne li dijî vê yekê ne. Lê em ji Moskovê dixwazin ku zextê li rêjîma Sûriyeyê bike da ku helwesta xwe biguherîne. Amerîka dixwaze ji Rûsyayê re berjewendiyên wê yên sereke di Sûriyeyê de diyar bike û hevkariya me bi hev re û avakirina hikumeteke ku alîgiriya xwe ji gel wergire, di berjewendiya wê de ye. Ne pêkan e civaka navneteweyî alîkariya hikumeta ku şaş dixebite bike û dive Rûsya ji bo helwesta rêjîmê biguherîne asta xebata xwe zêde bike.”

Şerq El-Ewsat: Enqere piştî şerê çeteyan li Efrînê qedexeya derketinê ferz kir

Der barê tevliheviya ewlehî li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku li bajarê Efrînê di navbera komên çete de şer derketiye û di encamê de herî kêm 25 çete hatine kuştin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di encamê de Enqereyê jî qedexeya derketinê li bajêr ferz kir.

El-Heyat: Artêşa Amerîka nûqteyên çavdêriyê li ser sînorê Sûriyê- Tirkiyê belav dike

Rojnameya El-Heyat di nûçeyek xwe de bal kişna ser daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yên girêdayî avakirina nûqteyên çavdêriyê li ser sînorê bakurê Sûriyê û got "Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mathis roja pênçşemê ragihand ku artêşa Amerîkayê dê nûqteyên çavdêriyê li ser sînorê bakurê Sûriyê ava bike da ku nehêle di navbera Tirkiyê û kurdên Sûriyê hevandên Koalîsyona Navdewletî yên li dijî cîhadîstan de derkeve û diyar kir ku Armanc ji vê yekê rêgirtina şerê navbera Hêzên Sûriyê Demokratîk û hêzên Tirkiyê ye.”

Şerq El-Ewset: Washington ji bo rakirina cezayan li ser Îranê bazirganiyan nake

Rewşa Sûriyê wekî her car di rojnameyên Erebî de cihekî girîng girt. Rojnameya Şerq El-Ewset di manşêteke xwe de wiha got"Kermelin der barê daxuniya nûnerê Amerîka yê taybet li Sûriyê James Jefrrey de helwesteke bi lez ned. Çavkaniyên nêzî kesên xwedî biryar dibînin ku rêbazên axaftinên Washigoton ji yên berê paşde ketine û bal kişandin ser navendîbûya rola Rûsya di çareserkirina aloziya Sûriyê de. Jefry gotibû welatî wî ji bo rakirina cezayan li ser Îranê bazirganiyan nake.

El-Heyat: Enqere muhletê ji Washingtonê re diyar dike da ku nexşerêya Minbica Sûrî pêk bîne

Rojnameya El-Heyat jî behsa tîfaqa di navbera Washington û Tirkiyê de ya der barê Minbicê de ev wiha di manşêta xwe de got: "Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîs Oglu dawaza ji Neteweyên Yekbûyî kiribû ku heya dawiya salê nexşerêya girêdayî Minbic a Sûriyê pêk bîne. Oglu ji kenala CNN ya Tirkiyê re gotibû' nexşerêya girêdayî Minbic a Sûriyê ya ku Tirkiyê û Neteweyên Yekbûyî li hev kirine dive heya dawiya vê sale pêk were."

El-Ereb: Mesûd Berzanî li Bexdayê serkêşiya xebata avakirina hevbendiyeke nû dike

Der barê mijara Iraqê de Rojnameya El-Ereb wiha nivisî"Çavkaniyekî Iraqî serdana Mesûrd Berzanî Serokê Partiya Demokratîk  a Kurdistanê ji bo Bexdayê û pêwendiyên wê yên zêde bi siyasetmedarên mezin û serokatên partiyan re bi destpêka tevgera avakirina hevbendiyeke parlamanî di navbera Berazanî û îtîlafa dewleta qanûn bi serkêşiya Nûrî El-Malkî bi nav kir. Hevbendî jî îtîlafa Fetih ku Hadî El-Amirî serkêşiya wê dike û serokê hevbendiya El-Nesir Heyder El-Ebadî pêk tê."

El-Heyat: Nakokî li ser bernamzerên wezîrên ewlekariyê didome

Rojnameya El-Heyat girêdayê rewşa Iraqê wiha got: "Blokên Sunî yên Iraqê şêwirên xwe didomînin da ku beriya rûniştina pêş bernamzetê Wezîrê Parastinê diyar bike. Cîgirê Bloka Beyariq El-Xêr Mihemed El-Xalidî gotibû bolokên Sunî hîna li ser diyarkirina Wezîrê Parastinê ji bo Iraqê li hev nekirine û diyar kir ku diyalogên xwe didomînin da ku kesekî hilbijrên ku ji aliyê hemûyan ve were qebûlkirin. El-Xalidî diyar kirn ku niha 8 kes hene di pêşbirkê de ne, diyarkirina yek kes girêdayî lihevkirinên serokên Sunayê ye."

El-Heyat Girffet banga "Ferzenda diyalogan qezenc bikin" li aliyên Yemenê dike

Têkilarî rewşa Yemenê Rojnameya El-Heyat got: "Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet li Yemenê Martin Girffet duh înê serdana xwe li bajarê Hudeydayê bi dawî kir û bang li aliyên Yemenê kir ku ferzenda diyalogan qezenc bikin"

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa alozî û şerê bajarê El-Hudeyda kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Aloziya hişyariya rewşê kambax dike eger şerê El-Hudeyda tavilê raneweste”.

Filistîn

Der barê rewşa dawî ya Filistînê de rojnameya El-Heyat behsa daxwaza desthilatdariya Filistînê ji civaka navnetewî re kir ku biryara Konseya Giştî ya Netewên Yekbûyî pêk bîne û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Hikûmeta Filistînê pêkanîna biryara parastina gelê Filistînê ya navnetewî dixwaze”.

Tirkiyê

Derbarê rewşa Tirkiyê de Rojnameya El-Ereb manşêtek bi sernavê "Tirkiyê piştî ku kaxezên wê di doza Xaşiqcî de tev lihev bûye" avêt.