Greva birçîbûnê ya li Başûr di roja duyemîn de didome

Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Kurdistanê ku duh li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, di roja duyemîn de didome.

 Greva birçîbûnê ya li Başûr di roja duyemîn de didome
22 mijdar, 2018   09:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina çalakiya Leyla Guven ku nêzî 15 rojane li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiriye, duh dest  bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir. Çalakiya greva birçîbûnê di roja duyemîn de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê bi tevlîbûna endamên nûnertiya HDP’ê û welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên koçî  Başûrê Kurdistanê kirine pêk tê.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 15 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bê dem de ye.

(kc)