‘Civak bi azadiya jinan azad dibe’

Kongreya Star civînek ji jinên navçeya Şedadê û gundên wê re li dar xist û der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de nîqaş hatin kirin.

‘Civak bi azadiya jinan azad dibe’
‘Civak bi azadiya jinan azad dibe’
‘Civak bi azadiya jinan azad dibe’
‘Civak bi azadiya jinan azad dibe’
14 mijdar, 2018   12:58

HESEKÊ

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan re, Kongreya Star civînek ji jinên navçeya Şedadê re li dar xist.

Di civînê de, endama Kongreya Star Betol Ehmed sedema roja 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan şîrove kir, her wiha çîroka xwişkên Mîrabal û serhildana wan li dijî zilmê û çawa ji aliyê Trujillo ve hatin kuştin.

Betol cureyên şîdetê ku li dijî jinan tên kirin û zirarên wê şîrove kirin.

Li aliyekî din, endama rêveberiya Buroya Jinan di Meclisa Sûriya Demokratîk de Nûjîn Yûsif axivî û got ku şoreşa Rojava aso li pêşiya jinan vekirin ku azadiya xwe bistîne û rola xwe di hemû aliyan wekî siyasî, leşkerî û civakî de bilîze. Nûjîn Yusif wiha got: "Divê jin xwe perwerde bikin û ramanên xwe zengîn bikin, ji ber ku civak bi azadiya jinan azad dibe."

Civîn bi nîqaşên li ser cureyên şîdetê û çawaniya parastina wê, bi dawî bû.

(jo)