Rewşa çandiniyê ya li gundên Dêrazorê hate nîqaşkirin

Bi armanca nîqaşkirina rewşa çandiniya li gundên rojavayê Dêrazorê û diyarkirina zehmetiyên ku cotkar dibînin, Gerînendetiya Giştî ya Çandiniyê civîneke berfireh li avahiya xwe li dar xist.

14 mijdar, 2018   12:48

DÊRAZOR

Bi armanca geşkirina rewşa çandiniyê û alîkariya cotkarên gundên rojavayê Dêrazorê, Gerînendetiya Giştî ya Çandiniyê li Dêrazorê bang li berdevkên çandiniyê yên di meclisên herêmî li gundên rojavayê Dêrazorê de kir ku rewşa çandiniyê nîqaş û çareser bikin.

Di civînê de hevserokên Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl Şêrîn Siûd û Mihemed El-Ezîz û berdevkên çandiniyê bi navê meclisên xeta Ebo Xeşeb, Cirwan, El-Cezrat, Mîlac, El-Bo Şems, Bo Hemîd, El-Kibir, El-Hermûşiyê, Hîmar El-Elî, Sewa, Hewayîc Bo Mesa, Mihêmîdiyê, Sifîrê û El-Hîsan, beşdar bûn.

Civîn bi daxwazên guhdarkirina cotkarên gundan dest pê kir.

Yek ji pirsgirêkên ku hatin nîqaşkirin, pirsgirêka avê û avdana çandiniyê ye. Cotkaran xwest pirsgirêkên wan bêne çareserkirin.

Berdevkên çandiniyê tekez kir ku divê rêyên çandiniyê bên sererastkirin û gotin ku aliyên xizmetguzerî rêyên diçin zeviyan beriya mewsima baranê dest pê bike dê sererast bikin. Her wiha beşdaran xwest komîteya çandiniyê bê aktîfkirin ku kar û xebatên çandiniyê bimeşîne.

Gerînendetiya Çandiniyê dest bi tomarkirina hemû daxwazan kir ku bi aliyên peywendîdar re nîqaş bike û rewşa cotkaran baştir bike.

ANHA