Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Hêzên rêjîmê gef li komên çete yên girêdayî Tirkiyê li devera ku weke bê-çek bi nav dikin xwar. Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne tevliheviya ewlehî berdewam e. Qeterê piştî xemsariya çend salan didariya xwe bi Hizbullah re vegerand. Çalakiya hêzên Îsraîlê li Xezayê aramî û lihevkirinên ku Misirê navbênkariya wê dikir têk şikand.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
13 mijdar, 2018   08:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên herêmê kirin. rojnameyan behsa rewşa devera bê-çek û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de kirin. Rojnameyan bal kişandin ser pêngava Bagera Cizîrê û çalakiyên leşkerî li dijî Hosiyan li Yemenê û têkçûna rewşa li herêma Xeza ya Filistînê û behsa têkltiyên di navbera Hizbullah a Lubnanê û Qeterê de kirin. her wiha behsa hewldanên Tirkiyê ya sûdwergirtina ji kuştina Xaşiqçî kirin.

El-Heyat: Rêjîma Sûriyê behsa komkujiyeke Rûsya li dijî çekdarên devera bê-çek dike

Der barê mijarên Sûriyê de rojnameya El-Heyat behsa devera ku weke bê-çek bi nav dikin kir û diyar kir ku rêjîma Sûriyê êrîşên xwe li dijî tabûrên çekdar ên li devera bê-çek a Idlibê zêde kirine. Her wiha hate ragihandin ku hêzên rêjîmê gelek deverên gundewarên başûr û başûrrojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama van çalakiyên leşkerî de ku binpêkirina agirbesta Rûsya û Tirkiye berdewam e gelek birîndar çêbûne.

Navendê da zanîn ku tabûrên opozîsyonê taxên rojavayê bajarê Helebê jî topbaran kirin. hêzên rêjîm bi riya panzêrekê hişyarî dane leşkerên tabûrên çekdar ên li devera bê-çek ku dê rastî komkujiyeke Rûsî werin.

Şerq El-Ewsat: Topbarana sê alî li rojhilatê Sûriyê li dijî devera dawî ya DAIŞ'ê

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî ji aliyê xwe ve behsa qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê "şerê tunekirina terorê" kir û diyar kir ku deverên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de mane ji sê aliyên Îraq, Koalîsyona Navnetewî û Hêzên Sûriya Demokratîk ve tên topbarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku balefirên Koalîsyona Navnetewî êrîşên xwe li dijî DAIŞ'ê didomîne û QSD'ê jî bi fûzeyan êrîşa xwe berdewam dike. Tê payîn ku êrîşeke bejahî ya mezin pêk were û dawiyê li DAIŞ'ê li herêmê bîne. Navendê da zanîn ku amadekariyên leşkerî temam bûne.

El-Heyat: tevliheviya ewlehî li deverên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne zêde dibe

Girêdayî rewşa ewlehî li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne rojnameya El-Heyat diyar kir ku di encama teqîna ku li Bakurê Sûriyê rû daye rewşa bê ewle li van herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne zêde dibe.

Di encama teqîna tirimpêleke bombekirî li bajarê Cerablûsê yê Bakurê Sûriyê gelek kuştî û birîndar çêbûn. Çalakvan û çavkaniyên herêmî diyar kir ku êrîş li dijî Navenda Asayîşa Leşkerî ya li nêzî dibistaneke bajarê Cerablûsê pêk hatiye û di encamê de welatiyekî sivîl hate kuştin û 24 sivîlên din jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku herêmên di bin serweriya tabûrên Mertala Firatê de ne hêjî tevliheviyeke ewlehî jiyan dike û tabûrên leşkerî nikarin vê tevliheviyê sînordar bikin.

Îran

Der barê mijarên Îranê de jî rojnameya El-Ereb behsa xebatên avakirina riya hesin di navbera bajarê Besra yê Îraqê û Îranê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îran pilan dike dergeheke bejahî bi Sûriyê re vebike"

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa çalakiya leşkerî ya li dijî Hosiyan li bajarê El-Hudeyda kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Armanca çalakiya leşkerî ew e ku Hosî ber bi danûstandinan ve biçin".

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Ereb behsa lûtkeyeke Îmarat û Iraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Lûtkeya Îmarat û Iraqê geşkirina têkliyan armanc dike."

Filistîn

Der barê rewşa Filistînê û dijwarbûna di navbera tabûrên Filistînê û hêzên Îsraîlê de rojnameya El-Heyat diyar kir ku di encama çalaliya leşkerî ya Îsraîl li herêma Xezayê de, aramî û lihevkirinên ku Misrê navbênkariya di navbera Îsraîl û Tevgera Hemas de dikir têk çû û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Çalakiya têkçêûyî ya Îsraîl aramiya li Xezayê têkşikand".

Têkliyên Qeter û Hizbullah

Girêdayî têkliyên di navbera Qeterê û Hizbullah a Lubnanê de rojnameya El-Ereb diyar kir ku çavkaniyên siyasî yên Lubnanê ragihandine ku têkliyên di navbera Qeter û Hizbullah de piştî çend salan ji xemsariyê vegeriyan û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Qeter dildariya xwe bi Hizbullah re vedigerîne da ku hikûmeta El-Herîrî asteng bike".

Tirkiye

Der barê mijarên Tirkiyê de rojnameya El-Ereb behsa doza kuştina rojnamevanê Siûdiyê Cemal Xaşiqçî kir û diyar kir ku Tirkiye hewl dide ji kuştina Xaşiqçî sûd werbigire û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Parîs rê li pêşiya Enqereyê digire da ku sorkirina li dijî Siûdiyê bidomîne".