Akademiya Jinên Sûriyeyê dewreyeke nû li Reqayê vekir

Akademiya Jinên Sûriyeyê dewreyeke perwerdeyê ji bo 43 endaman li Reqayê vekir.

Akademiya Jinên Sûriyeyê dewreyeke nû li Reqayê vekir
Akademiya Jinên Sûriyeyê dewreyeke nû li Reqayê vekir
Akademiya Jinên Sûriyeyê dewreyeke nû li Reqayê vekir
12 mijdar, 2018   13:31

REQA

Dewreya Şehîd Jiyan Ereb ku a heftane di akademiyê de tê vekirin, dê 21 rojan dewam bike û  43 jin ji hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê tev lê bûne. Di dewreya perwerdeyê de dê waneyên wekî girîngiya perwerdeyê, rexne û rexnedayîn, çand û exlaq, dîroka jinan, neteweya demokratîk û şerê taybet werin dayîn.

Ji rêveberên akademiyê Heyfa Mistefa têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku armanca wan ji vekirina akademiyên taybet ji bo jinan ew e ku bendên ku jin dorpêç kirine, hilweşînin.

Heyfa got tevlêbûna jinan di perwerdeyan de zêde bûye û piştî perwerdeyê jin gelekî têne guhertin.

Yek ji endamên ku tev li perwerdeyê bûne Xilûd El-Îsa jî axivî û da zanîn ku divê jin xwe di hemû aliyan de bi pêş bixin.

Jiyan Ereb di pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû.

(kc)

ANHA